Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê de, ji bo îfadeyê bangî Birêvebirê Ewlehiyê yê Dêrsimê yê berê Yilmaz Delen hat kirin.
Birêvebirê Ewlehiyê yê Yalovayê Yilmaz Delenê ku di salên 2019-2021ê de Birêvebêr Ewlehiyê yê Dêrsimê bû, di çarçoveya lêpirsîna doza Gulistan Dokuyê de îfadeya xwe dide.
Serdozgeriya Komarê ya Erziromê wekî şahid îfadeya Yilmaz Delen werdigire û kar û barên wergirtina îfadeyê li Dadgeha Erziromê didomin.
Kî hatine girtin?
Di dosyeya Gulîstan Dokuyê de heta niha 12 kes hatine girtin.
Tuncay Sonelê parêzgarê Dêrsimê yê wê demê, kurê wî Mustafa Turkay Sonelê ku bi kuştinê tê tohmetbarkirin, gumanbarê sereke Zaynal Abarakov, dayîk û zirbavê wî polîs Engîn Yucer di nav kesên girtî de ne.
