Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Birêvebiriya Sotemeniyê ya Kobaniyê Nebo Temo ragihand ku ew bi krîzeke cidî ya sotemeniyê re rû bi rû mane.
Nebo Temo beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û derbarê rewşa Kobaniya Rojavayê Kurdistanê aghiyên nû dan.
Nebo Temo diyar kir ku ji dema dorpêça li ser Kobaniyê ve tenê 4 caran mazot ji wan re hatiye şandin û ev yek bandoreke neyînî li jiyana welatiyan û çandiniyê dike.
Wî destnîşan kir ku ti pêwendiya wan a rasterast bi Hikûmeta Sûriyeyê re çênebûye.
"Tenê 4 caran mazot hatiye"
Nebo Temo da zanîn ku beriya aloziyên dawî yên dema êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser, her du rojan carekê nêzîkî 20 tankerên mazotê ji herêma Cizîrê digihiştin Kobaniyê.
Temo eşkere kir ku piştî peymana dawî, di nava demeke dirêj de tenê 4 caran mazot hatiye şandin û li pey çû:
"Niha her ji 15 rojan carekê tenê 15-20 tankerên mazotê tên şandin.
