Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser otobana Tarsus-Edene-Dîlokê (TAG), li nêzîkî navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê rû da.
Li gorî agahiyan, li ser rê 2 otomobîlên ku nasnameyên şofêrên wan hîn nehatine eşkerekirin bi tundî li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Di kontrolên destpêkê yên tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Ebru Demîra 25 salî, Mahmut Kiliçê 55 salî û jineke din a ku nasnameya wê hîn nehatiye diyarkirin li cihê qezayê mirine.
Her wiha 5 kes jî di qezayê de birîndar bûne.
