Erbil (Rûdaw) – Huseyîn Okê biraziyê Sebrî Ok li Semsûrê hate girtin.
Huseyîn Okê biraziyê Endamê Encûmena Cîbicîkar a KCKyê Sebrî Ok, bi angaşta ku “pêwendiya wî bi Sebrî Ok, Arzu Ok û gelek endamên PKKyê re heye” li Amedê hatibû desteserkirin û ekîban paşê ew biribû Semsûrê.
Li gorî angaştan Huseyîn Ok, “di navbera PKKyê û şaxa bajaran da agahî dibirin û dianîn.”
