Hewlêr (Rûdaw) - Metirsî heye ku Tirkiye 2 rojnamegerên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê radestî Îranê bike.
Rojnamegerên Kurd Reşad Mihemedî û Fehmîde Huseynî bi hinceta bi “awayekî neyasayî” derbasî Tirkiyeyê bûne li Kampa Pehlîvankoyê ya Kirklareliyê hatine bicihkirin.
Parêzerê Reşad Muhemedî û Fehmîde Huseyniyê Bulent Arar diyar kir ku ew hêvî dikin dadgeh biryara radestkirina wan bisekinîne lewre metirsî li ser jiyana wan heye.
Bulent Arar eşkere kir ku ew rojnameger in û wekî rojnameger bi salan li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê nûçe çêkirine û nabe werin dersînorkirin.
Di kanalên Tishk Tv û KURD Kanalê de kar kirine
Reşad Mihemedî û Fehmîdê Huseynî 5 salan li kanalên televîzyonê yên wekî Tishk Tv û KURD Kanalê yên Rojhilatê Kurdistanê kar kirine û hevjînên hevdû ne.
Reşad Mihemedî di beşên karên teknîkî û Fehmîdeyê (Ejîn) Huseynî jî di televîzyonan de wekî bêjer kar kiriye.
Fehmîde û Reşad ji bajarê Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Fehîme Huseyniyê 18ê Îlona 2022yan de li Ofîsa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Herêma Kurdistanê daxwaza penaberiyê kiriye.
25ê Adara 2024an Fehmîde û Reşad derbasî Tirkiyeyê dibin û li parêzgeha Çanakkaleyê li nava otobusekê tên desteserkirin.
Dadgeha Tekirdagê bi "hinceta binpêkirina sînoran û ji bo radestkirina welatên wan" dozê li Reşad û Fehîme vedike û wan dişîne Navenda Vegerandinê ya Penaberan a Pehlîvankoyê ya Kirklareliyê.
Parêzer Bulent Arar li ser dosyeya Fehmîde û Reşad ji Rûdawê re axivî.
Bulent Arar da zanîn ku ew ji roja hatine girtin li Navenda Vegerandinê ya Penaberan a Pehlîvankoyê hatine bicihkirin.
“Reşad û Fehmîde rojnameger in”
Bulent Arar amaje bi wê yekê kir ku Fehmîde û Reşad rojnameger in û eger bên radestkirin metirsî li ser jiyana wan heye.
