Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêxanê ya Dihokê wesayîteke leşkerên Îtalyayê wergeriya, tenê ziyana madî çêbû.
Li gundê Çireyê yê nahiyeya Qesrokê ya navçeya Şêxanê ya Dihokê li ser rêya Hewlêr-Dihokê wesayîteke leşkerên Îtalyayê qulibî.
Birêvebirê nahiyeya Qesrokê Mehran Nêrweyî li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.
Mehran Nêrweyî got, “Îro saet 13:45an otomobîleke leşkerên Îtalyayê ya ku cureyê wê Hummer e li ser rêya sereke ya Hewlêr-Dihokê li nêzikî gundê Çireyê wergeriya.”
Herwiha da zanîn ku 4 kes leşker di wesayîtê de bûne û her çar jî bi silamet in, tenê ziyana madî çêbûye.
Li aliyê din, Mehran Nêrweyî ragihand ku wesayîta leşkerî bi xwe wergeriyaye û li ti wesayîteke din neqelibiye û li ser qezayê ti giliyek nehatiye kirin.
