Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pêncwênê di xaniyekî kirê
de, zarokekî 10 salî bi laşekî westiyayî lê bi îradeyeke ji pola li dijî
nexweşiyeke kêmpeyda têdikoşe.
Mihemed Hawkar bi nexweşiya helîna demar û masûlkeyan ketiye
lê nexweşiya wî rê li ber xeyalên wî negirtiye û ew li dibistanê jî mînaka
zîrekiyê ye.
"Hema ku ez datanîm ez diketim"
Nîşanên nexweşiya Mihemed ji 4 mehîtiya wî ve derketine.
Mihemed bi vî awayî behsa nexweşiya xwe dike:
"Di 4 mehîtiya xwe de ez gelekî sist bûm, dema ez
datanîm ez tim bi vî alî û wî alî de diketim, pişt re bijîşkan got ku nexweşiya
helîna demar û hestiyan bi min re heye."
Mihemed niha diçe pola duyem a seretayî û li dibistana xwe
yekem e.
Çavê wî li alîkariya temaşevanên Rûdawê ye û dibêje,
"Ez ji temaşevanên Rûdawê daxwaz dikim ku alîkariya min bikin da ku ez bêm
dermankirin."
Hêviyek li derveyî welêt
Dê û bavê Mihemed li navxweyî welêt li hemû deriyên
dermankirinê xistiye lê bersiva bijîşkan her tim tiştek bûye:
"Li vir şansê wî nîne, tenê hêviyek mabe ew jî li
derveyî welêt e."
Dayîka Mihemed Behar Hesen bi girî û hêvî ji Rûdawê re axivî
û got:
"Hêviya min ew e ku jiyana wî ya herî xweş hebe û
Xwedayê mezin alîkariya me bike ku em wî ji bo dermankirinê bibin derveyî
welêt.
.jpg&w=3840&q=75)