Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Cêjnîkanê ya li parêzgeha Hewlêrê bi dronan hat bombebarankirin.
Birêvebirekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku di êrişê de "ti ziyanên canî çênebûne."
Birêvebirekî pilebilind ê PDKÎyê li ser êrişê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî ziman ku êriş bi 3 dronan li Kampa Cêjnîkanê hat kirin û yek ji wan dronan di nav malan de ket.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, 2 ji wan dronan beriya ku bigihin armanca xwe, ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hatine teqandin.
Li gel agirbestê û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, êrişên bi dron û mûşekan ên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.
