Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, qehremanê Kurd ê hunerên şer ên têkel (MMA) Namo Fazil qebûl kir.
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo wî û werzişvanên din ducare kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji nêz ve destxweşî û pîrozbahiyeke germ li Namo Fazil kir ji bo wê destkefta navneteweyî ya bilind û piştgiriya xwe ji bo ciwan û werzişvanên Kurdistanê ducare kir."
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî, "di karwanê wî yê werzişê de ji bo wî berdewamî û serkeftinên zêdetir xwestiye."
Li gorî daxuyaniyê, qehremanê navneteweyî Namo Fazil ji ber hevdîtina bi Serok Nêçîrvan Barzanî re kêfxweşiya xwe anî zimên.
Namo Fazil ji bo wê piştgirî û teşwîqkirina berdewam, li ser navê xwe û werzişvanên din spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.