Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wiha dixuye Yekîtiya Ewropayê naxwaze Tirkiyeyê wekî endam qebûl bike.
Erdogan got, “Êdî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ne di rêza yekem a karên Enqereyê de ye, yê ku di vê rewşê de zererê bibîne dê Ewropa bi xwe be.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvînekê de ji Al Jazeerayê re axivî.
Erdogan eşkere kir, dibe ku Misir jî beşdarî wê peymana parastinê ya hevpar bibe ku demek berê di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatibû îmzekirin.
Erdogan ji bernameya Al Muqabalaya Al Jazeera Arabicê re axivî û da zanîn ku "Peymana Parastinê ya Hevpar a Mekeyê" wiha ferz dike: Eger êrişeke derve li ser yek ji aliyan pêk bê, dê welatên îmzekar bi hev re tevbigerin.
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser peymanê got, “Vê peymanê peyameke xurt da cîhanê.”
Erdogan destnîşan kir ku di paşerojê de ji bo berfirehkirina peymanê, beşdariya Misirê jî di nav vebijêrkan de ye.
Peymana Mekeyê ji endamên nû re vekirî ye
Ev peymana ku wekî “Pakta Mekeyê” jî tê naskirin, îna borî li Mekeyê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hate îmzekirin.
Li gorî naveroka peymanê, her êrişeke çekdarî ya li dijî yek ji van her sê welatan, dê wekî êrişekê li ser hemû aliyan bê qebûlkirin.
Her çi qas ev xala xweparastina hevpar ji aliyê hinek çavdêran ve bi Madeya 5an a NATOyê hatibe şibandin jî, rayedarên Pakistanî berê dabûn zanîn ku divê ev peyman wekî mînakeke NATOyê neyê dîtin û wekî hevpeymaniyeke li dijî welatekî din neyê şîrovekirin.
Erdogan: Vekirina Tengava Hurmizê armanca me ya serekî ye
Erdogan di hevpeyvînê de, li ser aloziyên derdora Tengava Hurmizê û şerên li Sûriye, Xeze û Libnanê jî rawestiya.
Erdogan destnîşan kir ku ji bo Enqereyê, vekirina Tengava Hurmizê gaveke pêşîn e û girtîmayîna wê ne di berjewendiya kesî de ye.
Her wiha da zanîn ku Qeter ji bo rawestandina şerên li herêmê, di warê navbeynkariyê de roleke gelekî girîng dilîze.
Peyama serdana Sûriyeyê
Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ew li hemberî qeyranên herêmê cîranên xwe bi tenê nahêlin û bi taybetî bal kişand ser Sûriye, Xeze û Libnanê.
Erdogan eşkere kir ku ji bo vegerandina aramiyê ya li Sûriyeyê ew dê hemû hewldanên xwe bikin û ragihand ku ew plan dike biçe Sûriyeyê.
Li ser pirsgirêka Kurdan jî Erdogan anî ziman ku "dê Kurdên li Sûriyeyê jî para xwe ji aştî û aramiyê wergirin."
Wî destnîşan kir ku Tirkiye dê xurtkirina pêwendiyên xwe yên bi civaka Kurdan a herêmê re û parastina mafên wan bidomîne.
'Em nikarin Xezeyê bi tenê bihêlin'
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de li ser mijara Xezeyê jî got ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo herêmê qut nekin.
Erdogan got, “Em nikarin Xezeyê bi tenê bihêlin” û diyar kir ku Tirkiye ji bo alîkariya Xezeyê çi pêwîst be dê bike.
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha anî ziman ku Hemasê di hevdîtinan de berpirsyariyên xwe bi niyeteke baş bi cih anîne lê Îsraîl hîn jî di berdewamkirina şer de rijd e.
Êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê
Erdogan destnîşan kir ku êrişên berdewam ên Îsraîlê yên li Libnanê, ji bo Enqereyê cihê fikareke cidî ne.
Erdogan eşkere kir ku di serdana dawî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Tirkiyeyê de, wî bi xwe ji Trump re gotiye ku divê ev şerê li Libnanê bê sekinandin.
Erdogan bal kişand ser rola bingehîn a Amerîkayê ya ji bo rawestandina şer û xwest ku Washington di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze.
Peyama ji bo Sûdan û Lîbyayê
Erdogan got ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo Sûdanê jî bidomîne.
Erdogan anî ziman ku pêwendiyên wan û Serokê Konseya Serweriya Sûdanê Ebdulfetah El Burhan gelekî baş in û diyar kir ku helwesta Enqereyê ya piştgiriya Sûdanê dê berdewam bike.
Li ser pêwendiyên Tirkiye û Lîbyayê jî Erdogan got ku ev pêwendî li ser bingeheke saxlem in û ew Lîbyayê jî bi tenê nahêlin.
'Êdî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ne di rêza yekem a karên me de ye'
Erdogan li ser pêwendiyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de jî daxuyaniyên tund dan.
Erdogan diyar kir ku wiha dixuye Yekîtiya Ewropayê naxwaze Tirkiyeyê wekî endam qebûl bike û got:
“Ji ber vê yekê êdî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ne di rêza yekem a karên Enqereyê de ye.
Lewra di encama vê tabloyê de, yê ku zererê bibîne dê Ewropa bi xwe be.”
Erdogan di dawiya hevpeyvînê de, qala pêvajoya vegera Tirkiyeyê ya nav bernameya balafirên şer ên F-35ê jî kir.
Erdogan eşkere kir ku wî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara balafirên F-35an de soz wergirtiye û ew niha li bendê ne ku ev soz bê bicihanîn.



