Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ragihand ku fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya yasaya pêvajoyê de ye.
Berpirsê Kobaniyê yê HSDyê Mehmûd Berxwedan ji Rojnameya Turkiyeyê re axivîbû.
Mehmûd Berxwedan ragihandibû nêzîkî 10 hezar şervanên wan derbasî nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê bûne û di nav çend rojan de ew dê HSD û YPGyê fesix bikin.
Berpirsê Kobaniyê yê HSDyê Mehmûd Berxwedan ji medyaya Tirkiyeyê ya nêzîkî desthilatê re axivîbû.
Daxuyaniya HSDyê bû rojev
Pêvajoya çareseriyê nêzîkî du sal in li Tirkiyeyê tê meşandin.
Ji ber vê pêvajoyê, daxuyaniya berpirsê HSDyê di demeke kurt de li medyaya Tirkiyeyê bû yek ji mijarên herî germ.
Li ser vê yekê, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Fetî Yildiz bal kişand ser yasaya taybet a pêvajoya çareseriyê û pêwendiya wê ya bi biryara HSDyê re û got:
"Di madeya yekem a 'Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî' de hatiye destnîşankirin ku dema saziyên ewlehiyê piştrast bikin ku rêxistina PKK/KCKyê hatiye fesixkirin, hemû pêkhateyên girêdayî wê xwe fesix kirine û hemû cure çek û cebilxaneyên di bin kontrola wan de ne radest kirine, pêvajo dest pê dike.
Di vê çarçoveyê de Berpirsê HSDyê ragihandiye, 'Em dê di nava çend rojan de fesixkirina YPG û HSDyê ragihînin û pergala birêvebiriya xweser jî ji holê rakin'."



