Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku aloziya li Rojhilata Navîn her ku diçe belav dibe û got, "Bi teşwîqên lobiya Siyonîst operasyona asmanî li dijî Îranê hat kirin."
Erdogan diyar kir ku wan ji bo parastina Tirkiyeyê gavên pêwîst avêtine û got, "Ji bo ku em welat û miletê xwe ji van metirsiyan dûr bigirin me hemû tevdîrên pêwîst standin û em distînin."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê di merasîmekê de axivî û cih da şer û aloziyên herêmê.
“Pêla aloziyê belav dibe”
Erdogan bal kişand ser pevçûn û krîzên mirovî yên herêmê û got, "Mixabin pêla aloziyê ya li herêma me roj bi roj meyla belavbûnê nîşan dide."
Erdogan amaje bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê kir û got:
"Operasyona asmanî ya ku bi teşwîqên lobiya Siyonîst li dijî Îranê hat kirin li van zêde bû. Bi teşwîqa Siyonîst êrişî Îranê hat kirin."
Erdogan destnîşan kir ku êrişên mûşekî û dronên kamîkaze yên li ser welatên Kendavê bêîstîkrariyê kûrtir dikin û li xalên cuda yên Rojhilata Navîn "xwîn û rondik" didomin.
“Tirkiye dîplomasiya aştiyê dimeşîne”
Erdogan da zanîn ku Tirkiye bipêşketinên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne û got:
"Dema ku li çar aliyên cografyaya me ev bûyer diqewimin, em wekî Tirkiye xebatên xwe yên li ser aştî, aramî û îstîkrarê bi biryardarî didomînin."
