Hewlêr (Rûdaw) - Protokola ku di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de hat îmzekirin, ji bilî tevlîkirina balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê ya nav kel û pelan, pêvajoya perwerde, lênêrîn û piştgiriya teknîkî jî li xwe digire.
Di çarçoveya hevkariya parastinê ya di navbera her du welatan de, hûrgiliyên peymana piştgiriya teknîkî û lojîstîkî ya li ser balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê hatin eşkerekirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di civîna xwe ya heftane ya rojnamegeriyê de, agahiyên derbarê "Peymana Piştgiriya Teknîkî û Lojîstîkî ya Eurofighter Typhoonê" ku li Londonê hat îmzekirin bi raya giştî re parve kirin.
Pakêta perwerde û piştgiriya teknîkî
Li gorî daxuyaniyê, peyman ne tenê kirîna balafiran, pêvajoyeke berfireh a piştgiriyê jî li xwe digire.
Li gorî vê yekê, dê ji bilî pîlot, pîlotên mamoste û teknîsyenên lênêrînê, perwerde ji personelên şerê elektronîk û sîstemê re jî were dayîn.
Dê parçeyên yedek werin dabînkirin û amûrên sîmulasyonê, alavên testkirinê û sîstemên piştgiriya bejahiyê werin peydakirin.
