Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê 11 partiyên siyasî yên ku DBP, DEM Partî, TÎP û EMEP jî di nav de ne ragihand ku qonaxeke nû di pêvajoya çareseriyê de dest pê kiriye û bangî hikûmetê kir ku "gavên berbiçav" biavêje.
Partiyan xwest ku dawî li tayînkirina qeyûman bê anîn û girtiyên siyasî werin berdan.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Partiya Şoreşger, Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya Çepa Kesk daxuyaniyeke hevbeş weşand.
"Qonaxa niyetên baş li pey ma"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew pêvajoya ku zêdetirî salekê ye li Tirkiyeyê didome gihîştiye qonaxeke nû.
Hat tekezkirin ku ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bidome divê desthilata siyasî berpirsyariyê bigire ser xwe.
Partiyên navborî got, "Di atmosfereke ku çek bêdeng bûne û li zemînên diyalogê tê geriyan de, desthilat xwe ji avêtina gavên aştî û demokrasiyê vedigire û pêvajoyê tenê di nava meseleyeke ewlehiyê de asê dike."
Hat diyarkirin ku pêvajo êdî tenê bi "gotinên niyetên baş" nikare bidome.
Her wiha hat destnîşankirin ku xebatên komîteyê temam bûne û ji bo avêtina gavên berbiçav ti astengî nemane.
Lîsteya daxwazên lezgîn ên ji 5 xalan pêk tê
Di daxuyaniya ku ji aliyê 11 partiyên siyasî ve hatiye amadekirin de, gavên lezgîn ên ku divê ji bo demokratîkbûn û aştiyê bên avêtin wiha hatin rêzkirin:
"Beriya her tiştî divê bêyî ku pêwîstî bi rêkxistineke yasayî hebe, dawî li tayînkirina qeyûman bê anîn.
