Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Rojhat Babatê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat girtin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin bi awayekî bi guman canê xwe ji dest da.
Malbata Rojhat ragihand ku otopsiya kurê wan bêyî agahdariya wan hatiye kirin û birêvebiriya girtîgehê agahiyên rast ji wan veşartine.
Girtiyê Kurd Rojhat Babatê ku bi hinceta "endamtiya rêxistinê" cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê biribûn Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê.
Li gorî îdiayên birêvebiriya girtîgehê, Babat ji ber "pirsgirêkên derûnî" li beşa psîkiyatriyê bû û li wir dawî li jiyana xwe aniye.
Lê malbat û parêzvanên mafên mirovan gumanê ji vê mirinê dikin.
Malbata Rojhat diyar kir ku di roja pêwendiya telefonî de kurê wan li wan telefonî wan nekiriye, wan jî telefonî girtîgehê kiriye û tenê wê demê hîn bûne ku kurê wan miriye.
Yek ji xalên herî balkêş û gumanbar ew e ku malbatê beriya hefteyekê di sîstema tenduristiyê ya "e-Nabiz"ê de dîtiye ku navê Rojhat Babat li beşa bilez a nexweşxaneyê ji ber “derizîna damaran” hatiye tomarkirin.
Lê birêvebiriya girtîgehê tevî vê rewşa krîtîk jî ti agahî nedaye malbatê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê ev bûyer bir rojeva Parlamentoyê û daxwaza eşkerekirina rastiyan kir.
