Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Sariyerê ya Stenbolê, ji ber barana zêde hezaza erdê (herikîna axê) pêk hat.
Di encamê de 6 avahiyên ku 40 malbat tê de dijiyan, ji ber metirsiya hilweşînê hatin valakirin.
Welatiyên mexdûr rexne li şaredariyê digirin û dibêjin: "Ev 25 sal in em daxwaza alîkariyê dikin lê kesî dengê me nebihîst."
Niştecihên taxa Ayazagayê şeva 31ê Adarê bi tirs û xofeke mezin şiyar bûn. Ax û kevirên ji ber hezazê herifîn, bi ser du avahiyan de ketin.
Niha 40 malbat li ber deriyê avahiyên xwe, di nava endîşeyê de li benda biryara fermî ne.
"Kes bi hawara me nehat"
Welatiyê bi navê Hamdî Ozdemîr got, "Piştî baranê erd herikî û em ji malên xwe hatin derxistin.
Ew şev ji bo me gelekî aloz bû. Ev 25 sal in em ji Şaredariya Sariyerê daxwaza çareseriyê dikin ku dîwarê piştgiriyê (îstînatê) ava bikin lê kes bi hawara me de nehat.
Niha piştî ku ev karesat hat serê me, hatine lêkolînê dikin."
Li 6 avahiyên ku biryara valakirinê ji bo wan hatiye dayîn, nêzîkî 40 malbat hene.
