Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên DEM Partiyê li parlamentoya Tirkiyeyê, bi israr qala Komkujiya Enfalê ya rejîma Beisê ya li dijî Başûrê Kurdistanê dikin û ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku Enfalê wekî jenosîd nas bike.
Ji xeynî DEM Partiyê, partiyên din ên mixalefetî jî komkujiya Kurdan şermezar kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varliyê di axaftina xwe ya li parlamentoyê de ragihand ku ew komkujî û Enfala 14ê Nîsana 1988an û komkujiyên din ên li dijî gelê Kurd ji bîr nakin û rê nadin ku werin jibîrkirin.
Gulderen Varliyê wiha got:
“Komkujiya hezaran mirovan, derbederkirin û armancgirtina nasnameya neteweyekê, li cem Xwedê û di qanûnên gerdûnî de tawaneke mezin e.
Mixabin ev tawan tenê di rabirdûyê de nemane, îro jî bi şêweyên cuda didome.
Nasname û destkeftiyên gelê Kurd hîn jî dibin hedef.
Lê li beramberî vê siyaseta qirkirinê ya bi sedsalan, îro îradeyeke bihêztir a yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye û Kurd yekrêz in.
Em kesên ku di Komkujiya Enfalê de canê xwe ji dest dane bi bîr tînin. Tawanên ku îro li Rojhilata Navîn tên kirin, dê wekî tawanên Enfalê veşartî nemînin.”
DEVA: Enfal bûyereke biêş e û divê em bi bîr bînin
Parlamenterê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî di axaftina xwe de behsa Enfalê û rejîma Beisê kir û got:
“Yek ji wan bûyerên biêş ên ku divê em vê hefteyê bi bîr bînin, Komkujiya Enfalê ya sê salan e.
Di navbera salên 1986 û 1989an de li Îraqê nêzîkî 200 hezar kesî canê xwe ji dest da, nêzîkî 4 hezar û 500 gundan wêran bû û zêdetirî milyonek kesî koç kir.
Her wiha Komkujiya Helebceyê ya 16ê Adara 1988an wekî jenosîd hat naskirin. Komkujiya Enfalê ji aliyê parlamentoyên gelek dewletan ve wekî jenosîd hatiye naskirin.
Bîranîna van rojên biêş tenê ne bîranînek e, di vê qonaxa aloz de berpirsyariya me ye ku em bi Tirk, Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên dînî û neteweyî re Rojhilata Navîn bikin navçeya aştî û jiyana pêkvejiyayî.
Em hêvî dikin ku welatê me û cîranên me ji vê bîranîna biêş dersekê wergirin û herêmê ji siyasetên jenosîdê rizgar bikin û bikin giraveke aştiyê.”
“Rejîmên faşîst û Îran qirkirina Kurdan didomînin”
Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ew dixwaze bi bîranîna zêdetirî 200 hezar Kurdên enfalkirî dest bi axaftina xwe bike û got:
“Belê, êşeke mezin e lê vê herêmê her tim ev êş dîtine. Yek ji wan ên herî mezin Jenosîda Enfalê bû ku 14ê Nîsana 1988an ji aliyê rejîma Beisê ya Sedam ve hat kirin.”
Temellî naskirina Enfalê girîng nirxand û wiha pê de çû:
“Rejîmên zordar û faşîst, êriş û qirkirina li dijî gelan didomînin.
Îro li Rojhilata Navîn em di nav şer de ne. Belê, di rabirdûyê de ev êşên me hebûn, îro jî ev êş didomin, li Filistînê û li Îranê berdewam dikin.
Hêzên emperyalîst êriş dikin û gelan qir dikin, di heman demê de rejîma Îranê jî darvekirina Kurdan didomîne.”
