Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî vê êvarê ji bo beşdarbûna Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) wekî mêvanekî fermî gihîşt Antalyayê.
Di daxuyaniya Serokatiyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya forumê de li gel serkirdeyên cîhanê û rayedarên payebilind bicive.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha got:
"Serok Nêçîrvan Barzanî dê ji bo gotûbêjkirina rewşa herêmê û mijarên cuda yên girêdayî berjewendiyên hevpar, li gel serkirde, rayedarên payebilind ên hikumetan û beşdarên forumê hejmarek hevdîtin û civînan pêk bîne."
Zêbarî û Ebdulazîz jî li Antalyayê ne
Ji Herêma Kurdistanê her wiha Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî û Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) Îrfan Elî Ebdulazîz jî di nav vexwendiyan de ne.
