Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn li Foruma 5emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê civiyan.
Wan li ser bipêşxistina pêwendiyên Îraq, Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê dan û standin kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Hamish Falconer daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên li gel Brîtanyayê hatin nirxandin.
Her wiha pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û pêvajoya pêkanîna hikûmetê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan ji bo parastina destkeftiyan û derbaskirina astengiyan "tekezî li ser girîngiya hevbeşî û yekrêziya aliyên Kurdistanî kir."
Rewşa Sûriyeyê û rola Nêçîrvan Barzanî
