Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, piştî civîna Birêvebiriyê ya Navendî (MYK) ya ku 2 rojan ajot li navenda giştî ya partiyê derbarê rojevê de civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Ayşegul Doganê ji salnameya kongreyê heta berxwedana karkerên madenê, ji "Yekîneya Edaletê" ya ku tê plankirin were avakirin heta pêvajoya çareseriyê gelek mijaran nirxan din.
Berxwedana karkerên madenê
Doganê bal kişand ser berxwedana karkerên Doruk Madenê. Ev karker ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşiyabûn.
Doganê bi bîr anî ku karker li Enqereyê rastî barîkata polîsan û tundiyê hatine.
Doganê li ser vê mijarê got, "Li vê derê xespkirineke sîstematîk a kedê heye. Karker hene ku 5 meh in meaşên xwe nestendine.
Ji bo paşerojeke birûmet em dê piştgiriya xwe ya bi karkerên madenê re bidomînin."
"Komîsyona rûbirûbûna bi heqîqetê re dê çawa bixebite?"
Doganê diyar kir ku divê polîtîkayên rûbirûbûna bi dema borî re û yên bêcezabûnê bi dawî bibin.
Doganê têkildarî komîsyona nû ya ku tê payîn ji bo hinek dosyeyên kujerên wan nediyar in bê avakirin ev pirs pirsîn:
"Dê ev yekîne çawa bixebite? Dê kîjan pîvanan esas bigire?
Daxwaza rûbirûbûna bi heqîqetê re dereng mabe jî dîtina bersiveke sazîbûyî em girîng dibînin.
Lê belê divê ev serokatî ji bo pêkanîna edaletê rêbazên li gorî hiqûqê diyar bike."
Dê Meclisa Partiyê dema kongreyê diyar bike
