Hewlêr (Rûdaw) - Li Komîsyona Destûr û Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, li ser 145 parlamenteran hezar û 52 dosyeyên rakirina parêzbendiyê hene.
Hejmara herî zêde ya dosyeyan bi 628 dosyeyan li ser parlamenterên DEM Partiyê ye.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Bekîr Bozdag, derbarê dosyeyên rakirina parêzbendiyê û wan kesên ku ji sala 2015an ve parêzbendiya wan hatiye rakirin hinek dane eşkere kirin.
Bekîr Bozdag, li ser pirsa parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Ceylan Akça Cupoloyê dosyeyên rakirina parêzbendiyê ya li gorî partiyan parve kirin.
Li gorî bersivê, hejmara herî zêde bi 628 dosyeyan li dijî 43 parlamenterên DEM Partiyê ye.
Di heman demê de 325 dosye li dijî 71 parlamenterên CHPyê, 30 dosye li dijî 9 parlamenterên ÎYÎ Partiyê, 11 dosye li dijî 9 parlamenterên MHPyê û 8 dosye jî li dijî 5 parlamenterên AK Partiyê hene.
Her wiha 42 dosye li dijî 3 parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), 2 dosye li dijî parlamenterekî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û 5 dosye jî li dijî 3 parlamenterên serbixwe hene.
Hat diyarkirin ku dosyeyek li dijî parlamenterekî Partiya Rêya Nû (Yenî Yol) jî heye.
Bi giştî li ser 145 parlamenterên 8 partiyan, hezar û 52 dosyeyên rakirina parêzbendiyê hene.
Mafê parlamenteriyê ji 15 kesan hat standin
Bozdag navên wan kesên ku di çarçoveya xalên 76, 83 û 84an ên Destûra Tirkiyeyê de, ji 1ê Çileya 2015an ve ji ber pesendkirina cezayên wan mafê parlamenteriyê ji wan hatiye standin rêz kirin.
Ew kesên ku di vê çarçoveyê de endamtiya wan a parlamentoyê hatiye betalkirin ev in:
