Hewlêr (Rûdaw) - Di panela ewil a Diyaloga Îraqê ya 2026an ya li Encumena Atlantîkê de Hoşyar Zêbarî û Ebas Amirî nêrînên xwe li ser paşeroja Îraqê û pêwendiyên bi Amerîkayê re pêşkêş kirin.
Hoşyar Zêbarî rexne li nêrîna "navendî" ya li Bexdayê girt û diyar kir ku Herêma Kurdistanê bûye qurbaniya wê.
Ebas Amirî jî tekezî li ser pêwîstiya dewleteke bihêz kir ku karibe gendeliyê ji binî rake.
Endamê Desteya Birêvebir a Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî bal kişand ser destûra sala 2005an a Îraqê û got:
"Xelkê Îraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve, di nav de merciyet jî heye, dengê xwe da destûrekê ku pergaleke federal, demokratîk û parlamenterî ava kir."
Zêbarî rexne li çawaniya bicihanîna destûrê girt û li pey çû:
"Tevî ku madeya yekem a destûrê dibêje Îraq dewleteke federal e, elîta siyasî ya Şîeyan û hinek Sunî wekî desthilata navendî li welat dinêrin.
Baweriya wan bi federalîzmê û dabeşkirina desthilat û çavkaniyan nîne."
"Kurdistan piştî Îmaratê herî zêde rastî êrişan hat"
Zêbarî ev nêrîna navendî wekî sedema "êşkişandina Herêma Kurdistanê" ya ji destê hikûmetên li dû hev ên Îraqê bi nav kir û amarên êrişan bi bîr xistin û da zanîn:
"Piştî Îmaratê, li Herêma Kurdistanê herî zêde êrişên mûşekî û dronî hatine kirin.
Sedema vê jî ew e ku Îranî wekî Îsraîleke biçûk li Kurdistanê dinêrin."
Zêbarî her wiha hêvî kir ku pirsgirêka wezaretên petrol û darayî ya di navbera koma Hekîm û Sûdanî de were çareserkirin û ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê serkeftin ji Ebas Amirî re xwest.
"Gendelî li ber bipêşketinê asteng e"
Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Amirî qebûl kir ku gendeliyeke mezin di pergala siyasî de heye û got:
"Belê gendelî heye, gendeliyeke mezin di pergala siyasî de heye ku bûye asteng li ber bipêşketinê."
