Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê ya ku bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê 22yê Gulanê hatibû girtin, piştî sê rojan bi biryareke nû dîsa hat vekirin. Biryara vekirina zanîngehê îro (25ê Gulana 2026an) bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Xwendekarên Zanîngeha Bîlgiyê sê rojan li dijî biryara rawestandina xebatên zanîngeha xwe xwenîşandan kir. YOK: Perwerde didome Serokê Lijneya Xwendina Bilind (YOK) Erol Ozvar, biryar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û got: "Bi erêkirina birêz Serokkomarê me, xebatên perwerde û hînkirinê li Zanîngeha Bîlgiyê ya ya Stenbolê bêyî qutbûn dê bidomin." Destûra karkirina Zanîngeha Bîlgiyê ya ku qeyûm li ser weqfa wê ya damezirêner hatibû danîn, berê bi biryareke Erdogan hatibû betalkirin. Lê piştî çar rojan, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi biryareke nû ew biryara berê betal kir û bi vî awayî astengiya li pêşiya xebatên zanîngehê hat rakirin. Akademîsyen daxwaza şefafiyetê dikin Hiqûqnas û akademîsyenê Zanîngeha Bîlgî Yaman Akdenîz jî li ser mijarê û got: "Hêvî dikim ev biryareke daîmî be, ne ku tenê demkî be. Em dixwazin zanibin ka ev pêvajoyên biryardayînê yên ku ji şefafiyetê dûr in û bandorê li hezaran xwendekaran dikin, li ser çi bingehî pêş dikevin." Piştî biryarê, birêvebiriya zanîngehê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku salnameya akademîk a heyî bêyî qutbûn didome. Xwenîşandanên li kampusê Xwenîşandanên xwendekaran ên li Kampusa Santral Stenbolê ku piştî biryara girtinê dest pê kiribû, roja yekşemê jî dom kir. Polîsan tedbîrên tund wergirtin û nehişt xwendekarên li derve bikevin hundirê kampusê ku ev yek car caran bû sedema aloziyan. Xwendekaran di daxuyaniya xwe de got, "Em ji kampusa xwe dernakevin." Dîroka zanîngehê û qeyûm Zanîngeha Bîlgiyê sala 2019an ji aliyê Can Holdingê ve hatibû kirîn. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê ya li dijî vê şirketa holdingê de, Sindoqa Sîgorta Mewduatê ya Teserûfê (TMSF) dest danîbû ser zanîngehê. Zanîngeh ji Îlona 2025an vir ve ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin.