Sûriye ji ber cihê xwe yê erdnîgarî ji bo veguhastina enerjiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Dikare bibe pira pêwendiyê li navbera welatên hilberîner ên Kendavê yên wekî Îraq, Erebistana Siûdî, Îran û welatên bikarhînerên petrolê wekî welatên Ewropayê.
Boriyên girîng ku dikarin di nav xaka Sûriyeyê re derbas bibin û ji berê ve plan ji wan re hatiye danîn û dikarin bên mezinkirin: boriya gazê ya Erebî, boriya gazê ya Îran-Îraq-Sûriye û boriya Qeter-Tirkiyeyê ne.
Boriya gazê ya Erebî
Çavkaniya wê ji Misirê ye, ji Urdin, Lubnan û Sûriyeyê derbas dibe û dikare derbasî axa Tirkiyêyê bibe û piştre derbasî Ewropayê bibe. Heta berî şerê navxweyî vê boriyê kar dikir lê piştî şerê navxweyî piraniya wê hat têkdan. Karîna vê boriyê heye ku gaza xwezayî ji welatên perava Deryaya Navîn ber bi bazarên Ewropayê ve veguhêze.
320 kîlometre ji boriyê di hundirê Sûriyeyê de ye. Di van çend salên dawî de vedîtinên mezin ên gazê li Deryaya Spî li peravên Libnan, Îsraîl, Qibris û Yewnanistanê dikarin bi rêya vê boriyê ber bi bazarên navneteweyî ve werin veguhastin.
Boriya gazê ya Îran-Îraq-Sûriyeyê
Beriya ku şerê navxweyî sala 2011 dest pê bike, ev borî ji aliyê Îranê ve ji hikûmeta Sûriyeyê re hat pêşniyarkirin. Armanc ew bû ku gaza Îranê ji başûrê wî welatî ji zeviya qerase ya Parsa Başûr ku li bin behrê ye û bi kêlgeha Gumez a bakurê Qeterê re hevpar e, ber bi Îraq, Sûriye û paşê Ewropayê ve bê şandin.
Plan ew bû ku her roj 110 milyon metrekupên gazê veguhêze. Ev proje ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê û cezayên li ser Îranê hat astengkirin. Plana Îranê hebû ku piştî li ser bernama xwe ya atomî bi Rojavayê re li hev bike, gazê bişîne Ewropayê. Di danûstandinên xwe yên atomî bi welatên Rojavayê re jî Îranê her tim ji wan re digot ku ew dikare gaza erzan bişîne Ewropayê lê welatên rojavayî û Amerîka li dijî bicihanîna vê projeyê bûn.
Boriya Qeter-Tirkiyeyê
Fikra vê projeyê vedigere sala 2000î. Armanca wê ew bû ku gazê ji mezintirîn zeviya gazê ya cîhanê, Gumeza li bakurê Qeterê (bi zeviya Parsa başûrê Îranê re hevbeş e) bi rêya axa Erebistana Siûdî, Urdin û Sûriyeyê veguhêze Tirkiyeyê ku yek ji mezintirîn bazarên gazê li cîhanê ye.
Hikûmeta Beşar Esed li berjewendiya projeya gazê ya Îran-Îraq-Sûriye ev proje red kir. Rikberiya di navbera van her du projeyan de bû sedema nakokiya welatên Erebî û Îranê li ser rêyên veguhastina enerjiyê.
Hin şirovekarên siyasî di wê baweriyê de ne ku redkirina vê projeyê ji aliyê Beşar Esed ve, nav di Qeterê da ku piştgiriya komên opozisyonê bike û wer lê hat paşê heman koman hikûmeta Beşar Esed rûxand.
Ji bo welatên herêmî giring e ku rol û hegemonyaya wan di siberoja Sûriyê de hebe da ku karibin di siberojê de bandorê li boriyên guhastina gazê bo Ewropayê bikin.
Şarezayê Petrolê û Birêvebirê Cîbicîkar ê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Kardoxî li Londonê Şiwan Zulal ji Rûdawê re got: "Hilberîna petrol û gaza Sûriyeyê ne zêde ye. Bi qasî hilbera petrol û gaza Herêma Kurdistanê nebû lê ji ber ku Sûriye li ser Deryaya Navîn e, xwedî cihekî stratejîk e û çavê Îraq û Îranê lê ye ku boriyê di wî welatî de bikişînin."
Sektora petrolê
Wezareta Petrol û Çavkaniyên Madenî ya Sûriyeyê daxwaz ji karmendên xwe kir ku ji roja sêşemê (10.12.2024) ve vegerin ser karê xwe li zeviyên petrolê, kargehên gazê û parzûngehan. Şiwan Zulal got:
"Eger kar li zeviyên petrolê raweste û parzûngeh ji ber rewşa niha ya Sûriyê rawestin, dê pirsgirêkeke mezin a kêmbûna elektrîkê û sotemeniyê rû bide ku bi taybetî di vê demsala sar de pêwîstî bi wan heye."
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê bandoreke mezin li sektora neft û gazê ya Sûriyeyê kir. Qebareya nefta embarkirî li Sûriyeyê bi 2,5 milyar bermîlan tê texmînkirin. Heta beriya şerê navxweyî, Sûriyeyê rojane kêmtir ji 600 hezar bermîlên petrolê berhem dianîn lê heta 2014an û hatina DAIŞê, asta berhemanîna petrola wî welatî daket 32 hezar bermîlan di rojê de.
Sala 2015 gava rageşî û aloziyên navxweyî yên Sûriyeyê zêdetir û berfirehtir bûn, asta hilberîna petrolê bêtir daket rojane 27 hezar bermîlan. Kontrola zeviyên petrolê yên girîng ên Sûriyeyê gelek caran ji ber şerê navxweyî diguherî.
Hikûmeta Beşar Esed bi giranî zeviya Omer a li Dêrezorê kontrol dikir lê sala 2017an Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Amerîka zeviya Omer kontrol kir. Dema pêşdeçûnên DAIŞê yên sala 2014an hejmareke mezin ji zeviyên petrolê, di nav wan de zeviya Omer, ketin destê DAIŞê ku rojane 80 hezar bermîlên petrolê berhem dianîn.
Paşeroja zeviyên petrolê yên Sûriyeyê ne zelal e, ji ber ku grûpa Tehrîr el-Şam bajarê Şamê xistiye bin kontrola xwe û ne diyar e ka dê arasteya siyasî û aborî ya hikûmeta bê ya Sûriyeyê çawa be. Rabûn û rûniştina Tehrîr el-Şamê ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta bê re, dê di dawiyê de çarenivîsa zeviyên petrolê yên Sûriyeyê destnîşan bike.
Heta beriya şerê navxweyî, dahata petrolê ji sedî 25ê dahata hikûmeta Sûriyeyê pêk dianî lê ji ber şerê navxweyî, hikûmeta Beşar Esed kontrola piraniya zeviyên petrolê ji dest da û asta berhemanîna petrolê jî gelekî kêm bû.
Piraniya zeviyên petrolê yên Sûriyeyê, li bakurrojhilatê Sûriyê ne û gelek ji wan di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ne. Zeviyên petrolê bi giranî li Hisîça, Dêrezor û Reqayê ne.
Zeviya Omer
Mezintirîn zeviya petrolê ya Sûriyeyê ye, ku berî şerê navxweyî rojane 75-80 hezar bermîlên petrolê berhem dianîn.
