Bi îhtimaleke mezin "lîstika mezin" a dewletan li ser Şama vêga dê bandoreke berbiçav li ser sererastkirina hevsengiyên hêzê yên Rojavayê Asyayê deyne. Sûriyeya serdema Colanî cihê rûbirûbûna sê projeyên jeopolîtîk ên mezin ên herêmî ye: Xeyala Tirkiyeya Mezin ku bi salan e Erdogan behs dike, mihwera Muqawemeya Îranî-Şîî û projeya Îsraîlî!
Ev bi lîstika mezin a hêzên cîhanî re jî hevgirtî ye ku vêga baskên xwe li ser Asya-Pasîfîk, Cemsera Bakur, Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîkayê jî vedane. Wekî salên piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, her alî dixwaze cihê xwe di lîstikên mezin de bigire.
Derbarê Kurdan berevajî berê ku ji lîstikan hatibûn dûrxistin, niha derfetên ji berê zêdetir ji bo Kurdan hene û dibe ku payîza Esed deriyê bihareke Kurdî veke, her çi qasî metirsiyên dubarebûna dîrokê jî ne kêm in.
Sûriyeya Colanî û Doza Kurdan
Li gorî hinek çavkaniyan, Colanî niha li benda bersiva Mezlûm Kobanî ye ji bo daxwazên ku di hevdîtina xwe de behsa wan kiribû ku xuya dike xetên wan ên sereke ev in: Yekparçebûna Sûriyeyê, mafên çandî û welatîbûna wekhev û tevlîbûna HSDyê bi artêşa nû re bi awayekî ku wekî pêkhateyeke cuda nemîne. Ji bilî vê derketina şervanên biyanî! Komek daxwazên ku xuya dike tiştekî wisa darîçav ji bo Kurdan wekî pêkhateyeke etnîkî tê de tune, lê eger ew daxwaz neyên bicihanîn dê çi biqewime?
Gelo Colanî bi piştgiriya Tirkiyeyê dê pêşî hewl bide ku herêmên Erebnişîn ên wekî Tebqe û Reqayê veqetîne û paşê şerê HSDyê bike? Ev îhtimalek e lê niha xuya dike Colanî bi qasî Tirkiyeyê lezê nake ji bo ku van pirsan çareser bike, ji ber ku dibe ku Tirkiye piştgiriya wî bike û di vê yekê de bi ser bikeve ku hin eşîrên hevpeymanên HSDyê ber bi hêla xwe ve bikişîne lê ev dikare wî ji wê piştgiriya navneteweyî bê par bike ku pêwîstiya wî gelekî pê heye.
Colanî ji aliyekî ve dixwaze mohra demboriya xwe ji ser eniya xwe û HTŞyê jê bibe û ji aliyê din ve jî pêwîstiya wî bi pereyekî zêde heye ji bo avakirina welatekî ku zêdetirî 13 salan e di şerê navxweyî de bû û kavilê aboriyeke wêran ji ber maye.
Tê texmînkirin ku herî kêm 250 milyar dolar û herî zêde yek trîlyon dolar pêwîst be ji bo avakirina Sûriyeyeke ku li gorî Neteweyên Yekbûyî ewlehiya xwarinê ya zêdetirî 12 milyon kesan ji niştecihên wê nîne, ji wan jî zêdetirî 3 milyon kesan di xela û birçîbûnê de dijîn.
Ev ji bilî ku nedilniyayiyeke siyasî heye û kontrolkirina bi dehan komên çekdar ên cuda cuda ne karekî ew qasî hêsan e. Ji bilî vê, piştgiriya welatên Rojavayî û hewlên dawî yên yekgirtina aliyên Kurdî bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê (Koalîsyon) û Herêma Kurdistanê, pêgeha Rêveberiya Xweser di rojên piştî ketina Esed de xurttir kiriye.
Kobanî jî lezê nake ku vê mijarê çareser bike, ji ber ku dizane kêşmekêşeke mezintir heye û ji bilî vê, çavekî wî li ser gotûbêjên Ocalan û dewleta Tirkiyeyê ye da ku bi saya "vekirineke îhtimalî" li wir, zextên Enqereyê li ser wî kêmtir bibin.
Stratejiya Îsraîlê ji bo Sûriyeya Paşerojê
Hesabên Colanî-Kobanî di rastiyê de çawa bin jî lîstikeke mezintir li ser Şamê heye ku bi îhtimala wê jî çarenivîsa welêt zelal dibe. Ketina Esed wekî şûrekî dudevî ye ji bo Îsraîlê, ji aliyekî ve metirsiya Îranê jê re kêm kiriye lê ji aliyê din ve desthilateke Sunî kiriye cîrana wê û metirsiya Tirkiyeyê jî jê re zêde kiriye.
Ji bo Tirkiyeyê jî ketina Esed û hatina Colanî wekî duşeşê ye ji bo dorfirehkirina serdestiya herêmî bi rêya tevgerên Îslamî lê li wê dera ku têkildarî Doza Kurdan e ku muemayek jê re çêkiriye. Îran û Îraq zirarê ji ketina Esed dibînin lê wisa difkirin ku lîstik hîn jî bi dawî nehatiye û dibe ku derfeteke din ji wan re peyda bibe.
Îsraîlê derfeteke bêhempa bi dest xistiye lê nedilniyayiyên wê ji şiyana Îranê ya ji bo avakirina rêyên qaçax û gihandina çekan bi Hizbulah û Hemasê di demeke dirêj de, her wiha nedilniyayiyên wê ji rejîma siyasî ya nû ya Şamê û berfirehbûna rola herêmî ya Tirkiyeyê, nîgeraniyên wê zêdetir kirine.
Her çi qasî pêşveçûnên Îsraîlê yên ber bi herêmên xwe yên leşkerî yên qedexekirî li gel Sûriyeyê têrî nakin ji bo girtina wê korîdora bejahî ku Îranê berê ji wir çek dighandin Hizbulahê jî dikare ji bo danîna sîstema radar û çavdêriya êrişên mûşek û dronan, her wiha ji bo xurtkirina sîstema îstixbaratê bi kêr were.
Di meha Çiriya Pêşîn a sala borî de, Îsraîlê ragihand ku tuneleke bi dirêjahiya 3,5 kîlometreyan li nêzî deriyê sînorî yê El-Mesnayê li sînorê Şamê têk daye ku ji wir çek digihiştin Hizbulahê. Ev jî herî kêm 30 kîlometreyî ji bilindahiyên Çiyayê Hermûnê ku niha Îsraîlê girtiye dûr e.
Îsraîlê di heyama zêdetirî saleke borî de 14,638 caran êrişî Hizbulahê kiriye û bi vê yekê jî heta radeyeke zêde şiyanên wê yên leşkerî têk dane. Ji agirbesta wan a 27ê Kanûna Pêşîn a 2024an û vir ve jî zêdetirî 180 êrişên din kirine ku dikare nîşanek ji wê yekê be ku pirsa xurtbûna Hizbulahê nîgeraniyeke stratejîk e ji bo Îsraîlê û di vê mijarê de jî sînorê Sûriye û Libnanê ji bo her du aliyan xwedî girîngiyeke pir mezin e.
Sînor 294 kîlometreyan dirêj e lê faktorê çareserker di girtina sînor li ber Îran û mihwera Muqawemeyê de, ne tenê Îsraîl lê helwesta Sûriyeya piştî Esed e jî ku herî kêm niha xuya dike ku ew korîdor girtiye.
Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2024an ve heta niha şiyana leşkerî ya Hemasê jî têk daye lê Şerîaya Rojava cihekî stratejîk ê girîng e ku eger di demeke dirêj de destê Hemasê bigihe çiyayên wê ku li ser bajarên keviya deryayê yên Îsraîlê dinêrin, wê demê metirsiyeke mezintir ji bo Îsraîlê çêdike.
Pêwendiyeke rasterast a vê mijarê bi sînorê Urdin û Sûriyeyê re jî heye, îhtimala vekirina rêyekê ji sînorê Urdinê ve ji bo gihandina çekan ji bo Şerîaya Rojava ye bi rêya qaçaxê. Loma Îsraîl di eynî demê de hem ber bi bakur û sînorên Şamê ve û hem jî ber bi Siweyda û sînorên Sûriye û Urdinê ve bi pêş de hatiye.
Bi dîtina Îsraîlê, rejîmeke navendî-îdeolojîk (Sunî ya radîkal) ne îro be jî sibê her dê metirsiya leşkerî jê re çêbike, lewra di heyama 48 demjimêrên piştî ketina Esed de, nêzîkî ji sedî 80yê şiyan û jêrxanên wê yên leşkerî têk dan û dixwaze hikûmeteke lawaz û sîstemeke nenavendî li ser kar be.
Li vir jî li gel Tirkiyeyê hevnêrîn e ku Sûriyeya paşerojê ne xurt be lê di wê yekê de cuda ne ka cureyê rejîma wê ya siyasî çawa be.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê çend caran e behsa têkiliyên xwe yên bi Kurdan û kêmîneyên Sûriyeyê re dike, ev jî lap ew xal e ku Tirkiye jê dilgiran e.
Tirkiye û Sûriyeya Colanî
Ji bo Tirkiyeyê ketina Esed ne vebijarka yekem bû lê dema ku çû derfeteke mezin jê re çêkir da ku bi alîkariya tevgerên Îslamî cureyekî bandora xwe ya herêmî zêdetir bike, ev jî mijarek bû ku her di dema Bihara Erebî û hatina ser desthilatê ya Îxwanan de xasma li Misirê, wekî gavekê ber bi gihîştina "Tirkiyeya Mezin - serdemeke nû ya Osmanî" dihate dîtin lê wê demê neçû serî.
Xeyala Tirkiyeya Mezin di fikra jeopolîtîk a Tirkî de welatekî wêne dike ku di erdnîgariyeke pehn û berfireh de ji Asyaya Navîn bigire heta Azerbeycan û başûrê Qefqasyayê û ji wir jî bi korîdora Zengazûrê ve xwedî bandor e. Ji milê başûr ve ber bi welatên Ereb û Kendavê ve were vekirin û li Afrîkayê jî hegemonyaya wê hebe û bandora wê ji sînorên avî yên Deryaya Spî heta Lîbyayê biçe. Di navbera cemserên mezin ên hêzdariyê de li cîhanê xwedî gotin be û aboriya wê xurt be û serkirdatiya cîhana Îslamî-Sunî bike.
Bi hatina Colanî wekî desthilatdarê defakto yê Sûriyeyê re ji bo têkiliyên bi cîhana Erebî re ji Tirkiyeyê re deriyekî rasterast vebû û hêviyên wê ji bo berfirehkirina hegemonyaya xwe ya herêmî zêdetir bûn lê astengiya sereke ya Tirkiyeyê li vir ew e ku fikra "xeyala Tirkiyeya Mezin" li gelek cihan bi projeya Îranî ya mihwera Muqawemeyê re rûbirûyî hev dibin wekî çawa di mijara Sûriye û korîdora Zengazûrê ya li başûrê Qefqasyayê li dijî hev in û dibe ku li Îraqa bê jî rûbirûyî hev bibin.
Rêberê Îranê ji piştî ketina Esed ve zêdetirî sê caran Tirkiye bi hevkariya Amerîka û Îsraîlê tawanbar kiriye û gotiye şoreşeke ciwanên Sûriyeyî dê rewşê li ser wan biqulibîne wekî îşaretekê ji bo îhtimala derketina şerekî navxweyî li Sûriyeyê.
Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî jî di hevpeyvîna xwe ya dawî de amaje pê kir ku piştî Sûriyeyê tirsa wan ji firehxwaziyeke îhtimalî ya Tirkiyeyê li Îraqê jî heye.
Misir, Urdin û beşek ji welatên Kendavê jî ji wê yekê dilgiran in ku nebê ku xurtbûna Tirkiyeyê pêleke din a xurtbûna Îxwanan li pey xwe bîne. Îsraîl jî naxwaze tûşî Îraneke duyem bibe, lewra dorfirehbûna serdestiya Tirkî wekî metirsiyekê li ser xwe dibîne. Bi kurtî dostên Tirkiyeyê naxwazin hevpeymana wan ew qasî mezin bibe ku ji kontrola wan derkeve û neyarên wê jî vê yekê naxwazin.
