Hilbijartina 21emîn ya meclisa Almanyaya federal dê 25 Sibatê were kirin. Hilbijartina Almanyaya ne tenê ji bo Almanyayê ji bo tevahiya paşeroja Yekîtiya Ewropa û pê re jî ji bo cîhanê jî girîng e.
Almanya yek ji hîm û serkêşê yekîtiya Ewropa ye. Ev di heman demê de hilbijartineke pêşwext e.
Hikumeta Federal a koalîsyona Keskesor, ji partiya Keskan, Zerê lîberalan û sorê Sosyal demokratan pêk dihat. Ya di dema pandemiya koronayê de û destpêka şerê Ukrayna û Rûsyayê de hat ser hikum.
Hikûmeta federal a koalîsyonê di demeke dijwar de rûbirûyî arîşeyên enerjiyê û piştgiriya şerê Ukraynayê bû.
Alîkî girêdana enerjiyê û bi taybetî ya gazê bi Rûsyayê re. Aliyê din kutle deyna û barê siyasî û aborî ya ji dema koronayê mayî, barekî giran xist stûyê hikumetê û heta hişt ew koalîsyon hilweşe.
Ne tenê ew şerê Sûriyeyê û hatina penaberan ji welatên cûr be cûr û tirsa radîkalên îslamî her roj bilindtir dibe. Wê tirsê hişt ruhê neteweperestî û regezperestî yê Almanyayê yê tevîzî dîsa hişyar bibe.
Ew tevgera bi navê Pegidayê li rojhilatê Almanyayê yan Almanyaya rojhilat, Komara Almanyayê ya Demokratîk (DDR) a berê bi demê re îro bûye destar û dînga hilbijartina Almanyayê.
Partiya bi navê Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD) ya ji gelek baskan pêk tê û di nava wan de baskê Naziyên faşîst heye. Heta niha jî doza qedexekirina vê partiyê didome
Wê partiyê hebûn û nîrê xwe li ser “tirs”a penaberan û bi taybetî misilmanan saz kiriye. Helbet Nazî-National Sosyalîstên Alman bê dijberiya Cihûyan nabin. Heyvanê mejiyê wan ji tirsê û kîna Cihûyan pêk tê. Her wiha vê “tirsê” ruhê Hîtler ê di nava partiyên cûr be cûr de hişyar kir.
Di welatekî de çerxa aborî biheje, mirov herî zêde ber bi milê rastê ve diçin. Tevî ku aboriya Almanyayê bi rêjeya ji sedî 0,2 daketiye jî lê rewş ne ew çend kambax e.
Ji dema Koalîsyona bi Partiya Keska re, ew propaganda û gotegota metirsiya belav dibe. Helbet hilbijartinên Fransa, Awisturya û yên Amerîkayê jî bandora xwe dileyizin.
Her wiha her êrişeke bi kêran û otomobîlan a ser kesên medenî ev metirsî û propoganda zêde kir.
Tirsê yan fobiyê ew hêz û kîna razayî roj bi roj hişyar kir û êdî bûye yek ji hîmê siyaseta Almanyayê.
Mijara herî zêde li Almanya tê gengeşekirin, di vê hilbijartinê de tirsa biyaniyan û şerê Ukraynayê ye. Tevî ku kîjan partî bê ser desthilatê dê rewşê di demeke kurt de neguhere.
