Îran û Amerîka ji name û namekariyê gihîştine tehdîdên eşkere yên şer. Dibe ku em bikarin bi hêsanî bibêjin ku di rastiyê de her du alî jî bi kêmanî vêga şer naxwazin lê divê em vê yekê jî bibêjin ku îhtimala şer jî ji her demê zêdetir e, çimkî ev mijar tenê li Tehranê yan jî Washingtonê yekalî nabe.
Lê paşeroja rikberiyên jeopolîtîk ên Çîn-Amerîka, Ewropa-Rûsya, ji bilî wê siyaseta Îsraîlê ya dijî Îranê jî di rêza wan sedeman de ne ku dibe ji bo têgihiştina îhtimala şer an jî diyalogê li ber çav bên girtin. Xaleke din jî ew e ku çi şer rû bide yan jî berevajî wê diyalog bê kirin, guherînek li ber deriyê Îranê ye ku bi hêdî dest pê kiriye.
Bêîstiqrariyên Îran û Amerîkayê
Sala 2024an ji bo Îranê saleke zehmet bû, heger niha jî êrîşek were ser, dê ev sal jî bi zehmetî û dijwariyeke zêdetir derbas bibe. Dibe ku fikarên pileya yekê yên niha yên Îranê ne tenê êrişeke girîmankî ya Amerîka-Îsraîlê li ser bernameyên wê yên atomî û mûşekî be lê zêdetir ew be ku ji ber êriş û dorpêçên aborî yên piştşikên, careke din nerazîbûnên navxweyî li wî welatî derkevin holê ku dibe ku çarenûsa Îranê ya siyasî yekalî bikin.
Ji bo Amerîkayê jî pirsa Îranê bûye girêkakor a siyasî û serbazî ku heger çareseriyekê jê re nebîne, dê di asteke berfirehtir a jeopolîtîk a dinyayê de serêşiyê jê re çêbike. Hevkariyên siyasî-serbazî yên Îranê li gel Rûsya û Çînê metirsiya wê yekê tê de ye ku ne tenê li Rojhilata Navîn lê li cihên din ên dinyayê jî keleman ji Amerîkayê re çêbike.
Ev ne tenê ji bo Amerîkayê lê ji bo Ewropayê jî pirseke girîng e wekî nimûneya dê bandora ku dronên Îranê di şerê Ukraynayê de pêk anî.
General John Daniel Caine ku ji aliyê Trump ve ji bo serokatiya erkanên artêşê hatibû berbijêrkirin, gotiye ku ew bi serok re hemfikir e ku divê Îran çekên atomî çêneke lê dibe ku çareseriya leşkerî bi tenê ji bo vê yekê ne bes be.
Ji xeynî wê, dibe ku ew jî rast be ku ji ber hebûna bernameyeke berfireh a dewlemendkirina uranyumê ku hemû ne li cihekî ye û beşek ji wan -wek Fordo û Netenz- ku bi kûrahiyên cuda di navbera 7-90 metreyî de di bin erdê de ne, herwiha ji ber bikaranîna gaza hegzoflûraîd li şûna sotemeniyên din ku karê dewlemendkirinê hêsantir dike, zehmet e ku tenê bi êrîşekê ew bername were rawestandin, her çend ku dikare wê dereng bixe.
Xaleke din jî ew e ku dibe ku Îran piştî êrişeke girîmankî çekên atomî çêbike, wekî ku niha beşek ji berpirsên siyasî û leşkerî yên wî welatî amaje pê dikin. Rast e ku rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî berê fetwayek dabû ku çekên atomî neyên çêkirin, lê di mezheba Şîeyan de fetwa dikare were guhertin û dibe ku ew jî wekî xwe nemîne.
Ji aliyekî din ve, di demekê de ku dinya hêdî hêdî ber bi şerekî ve diçe ku "kesek jî naxwaze", pêgeha Îranê ji bo hêzên mezin ên cîhanê girîngiyeke mezin peyda kiriye. Berdewamiya dorpêçên li ser Îranê di berjewendiya aboriya Çînê de ye ku ji sedî 15ê petrola xwe bi bihayekî erzantir ji wir dabîn dike.
Ev ji xeynî wê yekê ku pêwendiyên xurt ên Pekîn û Tehranê serweriya Çînê li yek ji xalên girîng ên veguhestina enerjiya cîhanê û zincîrên dabînkirinê zêdetir dike. Ji Greenlandê heta Tengava Hurmiz û Bab el-Mendebê, rola diyar û nediyar a Çînê di zincîrên dabînkirinê de, herwiha rêyên avî û bejayî yên cîhanê, metirsiyeke rasterast e ji bo hegemonyaya Amerîkayê.
Ji ber pêgeha xwe ya rêgezî û jeostratejîk, her wiha ji ber sedemên leşkerî, xasma ji ber şiyana çêkirina çekên erzan û xistina kar a komên wekîl li cihên cuda, girîngiya Îranê di her şerekî girîmankî de ji bo hêzên mezin ên cîhanê zêde ye.
Li vir sêgoşeya Çîn-Îran-Rûsya ji bo Amerîkayê gefeke rasterast e. Loma derxistina Îranê ji nav çembera Rûsya-Çînê yan jî bi kêmanî bêalîkirina wê, ji bo Washingtonê xwedî girîngiyeke jeopolîtîkî û jeoekonomî ya mezin e, çi bi şer be, çi bi danûstandinan be!
Bila ji bîra me neçe ku di her du şerên cîhanî yên yekem û duyem de, yek ji sedemên dagirkirina Îranê ew girîngiya wê ya ji aliyê cografî û stratejîk ve bû ku ji bo hêzên mezin hebû. Ev ji bilî wê yekê ku mijara Îranê ceribandineke girîng e ji bo gotara Amerîkayê ya "aştiya bi zorê".
Piştî ku Trump hat got ku ew dê şerên Xeze û Ukraynayê bi dawî bike lê ti yek ji wan bi dawî nebû û niha jî ku du meh mohlet daye Tehranê, eger nikaribe - ku dibe ku mehek jê çûbe - pirsa Îranê yekalî bike, wê demê gotara wî ya aştiya bi zorê, gelek wateyan li xwe digire.
Gelek welatên cîhanê helwesta xwe derbarê îhtimala derketina şerê Îran û Amerîkayê de nîşan daye û ev jî nîşanek e ji bo wê yekê ku dinya ji şerekî bi dev zêdetir lê dinêre. Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî gotiye ku ez bawer nakim ku êrîş ji derve bê kirin, lê eger bê kirin jî em ê bi tundî bersivê bidin.
Ev gotin ji aliyê leşkerî ve tê wê wateyê ku Îranê amadekariyek ji bo îhtimala şer kiriye, çawa ku Amerîkayê jî bi şandina firoke û çekan ji bo baregehên leşkerî û welatên hevpeymanên xwe peyama amadebûnê dide.
Hevkûfî gotina berpirsên Îranê, aliyên Bereya Berxwedanê jî daxuyaniyên xwe yên dijî Amerîkayê zêde kirine û hin berpirsên Îraqê jî qala wê yekê kirine ku her cure şerekî girîmankî wan jî li xwe digire û navçeyê dişewitîne.
Di rastiyê de, raporên îstîxbaratî yên Amerîkayê jî dabaşa wê yekê dikin ku Îran hê jî şiyana wê heye ku bi çekên asayî û neasayî gefan li ser berjewendiyên Amerîkayê çêbike. Wergera vê gotinê jî ew e ku Îran dikare bi dron, moşek û dûvelankên xwe pirsgirêkan ji Amerîkayê re çêbike, herçend zehmet e di dawiyê de şer bi dest bixe.
