Berû Zimanekî Yekbûyî Ve
(15)
Tewanga Navên Nêrzayên Yekjimar
Bo Çi Paşguh Dibin
Nav ji hêla tewangê ve sê beş in:
- 1-Navên nêrzayên yekjimar (mêr, hesp, dîwar). Nîşandeka tewanga van navan “î” ye wek:
- Ez vî mêrî dinasim
- Siwarê hespî rêwî ye
- 2-Navên mêzayên yekjimar, mîna (jin, mehîn, dar). Nîşandeka tewanga van navan jî “ê” ye, wek:
- Mafê jinê parastî ye
- Zîna mehînê nû ye
- 3-Navên kojimara her dû zayendan bi nîşandeka (an)ê tên tewandin wek:
- Xewndina keçan wek ya kuran pêwîst e
- Çandina daran diyardeyeke şaristanî ye
Hemû nav di şêwezarê kurmancî de bi van her sê nîşandekan dikevin raweya tewangê .
Navên mêzayên yekjimar û yên komjimar li hemû herêmên kurmancîaxêv tên tewandin, lê navên nêrzayên yekjimar li hinek herêmên wek Behdînan û hin deverên Hekarê tên tewandin, lê li nav pirraniya kurmancîaxêvan paşguh bûye û hatiye jibîrkirin. Anku, li şûna ku bibêjin (ez çûm mala Serbestî) dibêjin (ez çûm mala Serbest).
Ev tewandin û netewandina navên nêrzayên yekjimar di nav rewşenbîran de bûye cihê gotebj û gengeşeyê!
Di vê pêvajoyê de pirsek xwe dide pêş:
Gelo, bo çi navên nêrzayên yekjimar di tewangê de li herêminan nayên tewandin? Anku bi çi sedemê ew tewang paşguh bûye!?
Hin rewşenbîr dibêjin, tewanga wan navan di bin bandora zimanên biyanî yên desthilat (nemaze yê erebî) de hatiye jibîrkirin.
Bi dîtina min ev nêrîn ne dirust e ji ber ku herêma Behdînan parçeyek e ji Îraqê bû û zimanê erebî zimanê perwerde û fêrbûna rêberên ayîna Îslamê bû, lê çi bandor li wê raweya tewanga navên nêrzayên yekjimar nekiriye. Ji hêleke dî ve çima ew bandor li tewanga mêza û komjimarê nebûye!?
- Me berî nuha amaje pê kiriye ku ziman berhemeke civakî ye hişmendiya xwe ji hişmendiya civak û jîngeha xwe ya komelgehî werdigire.
Ziman bi wê hişmendiyê jî, weku bûnewerekî zindî xwe ji her bargiranî û tevhevîyê rizgar dike.
Di raweya tewanga navên nêrzayên yekjimar de jî bargiraniyeke bilêvkirinê û tevheviyeke watedarî peyda dibe, wek:
- 1-Eger navê bertewang bi tîpeke dengdar (bêdeng) kuta bibe nîşandeka tewangê “î” bi hêsanî digihêje wî navî, wek:
- Zeviya Hesenî nêzî çemî ye .
Lê ku navê bertewang bi yekê ji van her dû tîpên dengdêr (o, a) kuta bibe nîşandeka tewangê digihêje wan û hinek giranî dide bilêvkirina wan navên tewandî, wek:
- Mala Zanayî nêzî mala Memoyî ye .
Eger navê bertewang bi tîpa dengdêr “î” yê kuta bibe, wek (Manî, Samî, Namî) û nîşandeka tewangê “î” bigihêje wan, hingê bilêvkirina wan navên tewandî girantir dibe û aloziyek denganî (fonîtîk) ji hevdengiya “î” ya resen ya bêjeyê û ya tewangê pêk tê, wek:
- Dîroka Manîyî balkêş e
- Ev pirtûka Samîyî ye
- Em çûn serdana Namîyî
Giraniya van navên tewandî nayê pejirandin. Loma ev tewang di nav kurmancan de (tev herêmên Behdînan jî) paşguh bûye. Nuha jî bi vî şêweyê sivikbûyî tê xebitandin:
- Dîroka Manî balkêş e
- Ev pirtûka Samî ye
- Em çûn serdana Namî
- 2-Carnan hindek navên nêrzayên yekjimar ku dikevin raweya tewangê û nîşandeka “î” digihêje wan pirsgirêkek peyda dibe. Ew pirsgirêk jî tevheviya watedarî di navbera “î” ya raspartinê (nisbetê) û “î” ya tewangê de der tê, weku nimûne, ( Hesen, Bedirxan, Celal, Heyder, Qadir û Hw...)
- a-Di raweya xwerû de ev nav wateyên zelal û bêtevhevî berçav dikin, wek:
- Saman Bedirxanî ye:
_ Di vê raweyê de ev hevok ji hêla rêzimanî ve dirust û sergihayî ye:
Î: Paşgira raspartinê ye .
- a-Di raweya xwerû de ev nav wateyên zelal û bêtevhevî berçav dikin, wek:
