Dîroka Kurdan şahidiyê li ser rola gelek kesayetiyên mezin ên Kurd dike ku heta dawiya jiyana xwe ji bo neteweya xwe wefadar mane. Du generalên Kurd ku dîroka Kurdistanê şahidiya wan dike, General Mistefa Barzanî û General Îhsan Nûrî Paşa ne.
General Îhsan Nûrî Paşa rêbertiya Şoreşa Araratê kir (di navbera salên 1927-1930î de), her wiha General Mistefa Barzanî jî serkirdayetiya çendîn serhildan û şoreşan kir ku di nav wan de Şoreşa Îlonê (1961-1975) hebû ku şoreşa herî dirêj a Kurdistanê bû.
Tiştê ku ez dixwazim di vê nivîsa kurt de ronî bikim, ne xebat û berxwedan û lehengiya wan her du generalên Kurd e ku wan hemû jiyana xwe pêşkêşî neteweya xwe kir, belkî hevdîtineke kurt a di navbera her du generalan de ya li Tehranê ye. Şahidê zindî yê wê hevdîtinê yek ji hevalên General Barzanî ye ku hîn li jiyanê ye, ew jî birêz Muhsîn Dizeyî ye.
Çend sal berê, bi mebesta tomarkirina bernameyeke dîrokî (Pencemor) me li mala wî ya li Hewlêrê serdana birêz Muhsîn kir, ji ber ku ew yek ji wan kesan e ku xwedî ezmûn û bîranînên zêde yên li gel General Barzanî ye û ji nêzîk ve General Îhsan Nûrî Paşa jî dîtiye.
Wê demê ku me ew dît, tevî temenê wî yê mezin, hîn jî wekî ku wî bi xwe digot bîranînên wî xiyanet lê nedikir, bi zelalî xal dixist ser tîpan û bûyer bi hûrgilî vedigotin. Dema ku wî behsa General Barzanî dikir, digot, “Ez bawer nakim ku dîroka Kurdan General Barzaniyekî din bibîne, kes nikare cihê wî yê vala dagire, ji ber ku ew zilamek bû ku ji bo neteweya xwe jiya, kêliyekê jî xwe ji cotkar û hejarên neteweya xwe cuda nekir, pişta wî bi hejarên Kurdan xurt bû.”
Yek ji wan mijarên dîrokî yên ku li cem min xwedî girîngiyeke dîrokî ya cuda bû di wê gotûbêjê de, hevdîtina di navbera General Îhsan Nûrî Paşa û General Barzanî de li Tehranê bû, loma min xwest em bi hûrgilî li ser biaxivin, ji ber ku heta piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, Îraniyan rê nedida Barzanî ku serdana Îhsan Nûrî Paşa bike yan jî berevajî.
Muhsîn Dizeyî digot, Îraniyan her carê hincetek dianî, wan carekê digot nexweş e û nikare biaxive, carekê digot çûye seferê. Bi kurtasî, Îranî bi hevdîtineke bi vî rengî dilxweş nedibûn lê sala 1975an dema ku em bi neçarî çûbûn Îranê, Îraniyan bi xwe ji Serok Barzanî re pêşniyar kir ku eger bixwaze dikare li mala wî serdana General Îhsan bike, Barzanî jî bêyî ku bifikire bi “Belê” bersiv da!
