Banka Goldman Sachsê, pêşbîniya xwe ya ji bo bihayê zêr a Kanûna Pêşîn a 2026an ji 4,300 dolaran derxist 4,900 dolaran.
Banka Goldman Sachsê diyar dike ku herikîna sermayeyê ya ji fonên piştevaniya zêr û kirîna berdewam a zêr ji aliyê bankên navendî ve di nav sedemên ku bihabûnê geş dikin de ne. Îsal bihayê zêr heta niha ji sedî 51 bi qîmet bûye.
Di nav sedemên sereke yên ku bihabûna zêr geş dikin de, kirînên zêde yên bankayên navendî yên li seranserê cîhanê, zêdebûna daxwaza ji bo fonên piştevaniya zêr û bêqîmetbûna dolarê Amerîkî li hemberî pereyên din hene.
Wekî din, hilberîne û hinek karsaz ji bo ku sermayeya xwe ji polîtîkayên gumrikê yên Amerîkayê, şerên bazirganiyê û rîskên jeopolîtîk biparêzin, zêr dikirin.
Banka Goldman Sachsê pêşbînî dike ku bankayên navendî îsal 80 ton zêr bikirin û sala bê ev hejmar dakeve 70 tonî. Bi taybetî bankayên navendî yên nû, ji bo curbicurkirina rezervên xwe û zêdekirina hebûnên xwe yên zêr çalak in.
Pêşbîniya nû ya Banka Goldman Sachsê nîşan dide ku bihayê zêr dê di demeke dirêj de berdewam biha bibe.
Roja sêşemê bi vebûna bazarên Asyayê re, zêr gihişt asteke dîrokî û onsa wê 3,975 dolar dît.
Lê di nav çend saetan de û bi vebûna bazarên Ewropayê re, biha qezencên xwe winda kir û daket binê 3,750 dolaran.
Du sedemên sereke yên daketina demkurt a bihayê zêr hene: Ya yekem, nezelaliya di navbera Demokrat û Komariyan de ya derbarê pêvajoya vekirina hikûmeta Amerîkayê ye.
Çarşema borî hikûmeta Amerîkayê hatibû girtin. Girtin bûbû sedema bêqîmetbûna dolarê Amerîkî û bihabûna zêr.
Lê belê Serok Donald Trump û Rêberê Kêmjimara Demokrat a Kongreyê Hakeem Jeffries, daxuyaniyên nerm dan û diyar kir ku ew ji bo lihevkirinê amade ne.
