Hilbijartina bi heytehol a Îraqê ya 2025an, di bin siya nakokiyên navxweyî yên komên neteweyî û mezhebî de û di nava rageşiyên jeopolîtîk ên herêmê de hat lidarxistin.
Encamên destpêkê hevsengiyên siyasî ber bi hejmareke nû ve guherandin ku dibe ku xalên wan ên girîng ev bin:
Di nava siyaseta Şîeyan de, ji aliyekî ve sîbera Sedir û ji aliyê din ve rewşeke tijî rikberiya navxweyî ya Şîeyan, wer kiriye ku rêya serokwezîr ji bo mana wî di postê xwe de ji berê dijwartir be.
Sûdanî serketiyê hejmarî yê hilbijartinê ye lê serketiya stratejîk di nav Şîeyan de Qeys Xezelî ye. Ji xeynî vê, zêdebûna dengên komên çekdar û vegera Hekîm bi awayekî bihêztir ji sala 2021an, dê bandoreke rasterast li ser arasteya siyaseta navxwe û derve ya Îraqê bike.
Her du partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê pêgeha xwe weke partî xurtir kirin. Ev jî dikare bandorê li ser hevsengî û hevbeşiya wan a neçarî ji bo avakirina hikûmetê bike.
Aliyên Kurdistanî di nava mala xwe de bihêz bûn lê ne merc e ku ev yek ji bo deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û pêgeha wan li Bexdayê jî wisa be, eger derzên dabeşbûna wan a navxweyî bi vî rengî berdewam bikin.
Di nava Sunneyan de jî Helbûsî bi hêzeke mezintir vegeriya. Zêdekirina dengên wî li Bexdayê pêgeha wî li cem Şîeyan xurtir dike û mezinbûna qebareya wî li Kerkûkê jî dihêle ku rasterast an nerasterast bandorê li ser peywendiyên navbera PDK û YNKê û li ser gengeşeyên dabeşkirina postan bike.
Serketiyê hejmarî û serketiyê stratejîk di kampa Şîeyan de
Sûdanî hejmar bi dest xistin û hêza yekem e lê hîn jî ji wê yekê dûr e ku paşeroja xwe ya siyasî weke serokwezîr misoger bike. Piştî hilbijartinê, bi rûyekî ku xuya bû yan pir westiyayî bû û nexewitibû, yan jî nîgeran bû, pîrozbahî kir û got hevpeymaniya wî amade ye ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmetê.
Ev îşaretek bû ku ew dixwaze bimîne lê xuya ye ku berê Hadî Amirî serokê rêxistina Bedir, aveke sar bi ser wî de kiribe dema ku pêşî li wî girt û got ku Sûdanî daxwaza wîlayeteke duyem nekiriye!
Di rastiyê de, karê Sûdanî ew qasî ne hêsan e, ji ber ku hevpeymaniya wî ya ji 8 partiyan pêk tê, neçar e ku di nav pêkhateya Şîeyan de hesabê çend aliyên serekî bike:
Komên çekdar: Çi ewên ku berê di nav siyasetê de bûn weke Bedir, Esaîb û Ketaîbê Hizbulahê yan jî ewên ku di vê hilbijartinê de bi lîsteyên cuda yan bi hevpeymaniyan beşdar bûne.
Komên kevneşopî yên Şîeyan: Sûdanî ji bo mana xwe neçar e ku komên kevneşopî yên Şîeyan razî bike, di nav wan de Hekîm û Malikî. Dibe ku razîkirina Hekîm ji bo wî hêsantir be ku di vê hilbijartinê de bi hevpeymaniyekê ji sedî 4,27 ji dengan bi dest xistiye lê dibe ku ev yek ji bo Malikî ne rast be.
Sedir û mala Ayetullah Sîstanî: Ew neçar e ku çavekî wî li ser her yek ji Sedir û mala Ayetullah Sîstanî jî be, her çend herdu jî niha bi awayekî fermî ji siyasetê dûr in.
Boykota Sedir û qezenca Sûdanî
Lîsteya Sûdanî li 12 parêzgehan bi awayekî rêjeyî nêzîkî ji sedî 9 ji dengên her parêzgehê bi dest xist ku herî zêde li Wasit, Mîsan, Kerbela û Zîqarê bûn.
Lîsteya Sûdanî li 6 ji wan 8 parêzgehên ku di hilbijartinên 2021an de Sedirî tê de yekem bûn, bûye yekem. Her çend Sedir red kiribe ku bi dizî piştgiriya lîsteya Sûdanî kiriye lê ev yek nîşan dide ku herî kêm boykota Sedir ketiye berjewendiya Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê ya Sûdanî.
Ev hilbijartin çendî ji bo Sûdanî ceribandineke diyarker bû, ew qasî jî ji bo Sedir û daxwaza wî ya boykotê wisa bû. Li gorî amarên komîsyonê, ew daxwaz herî kêm li her derê bi ser neketiye.
Nîgeraniya wezîrê Sedir jî ji vîdeoyeke Şêx Mehdî Kerbelayî ku daxwaz kiribû xelk beşdarî hilbijartinê bibin, dibe ku aliyekî din ê rikberiya kampanyaya beşdarbûn û beşdarnebûnê bûbe.
Çawa dibe bila bibe, herêmên Şîenişîn ên Îraqê li gorî herêmên din, xwedî asta herî kêm a beşdariya di hilbijartinê de bûn, ku her hikûmeteke pêşbînîkirî ya paşerojê neçar e hesabê wê bike.
Xurtbûna pêgeha komên çekdar
Komên çekdar ên Şîeyan, ji bilî koma (Muntesîrûn) a Ketaîbê Seyîduşuhedayê ku di hevpeymaniya Nûrî Malikî de beşdar bû, her wiha ji bilî Falih Feyazê ku bi hevpeymaniya Sûdanî re ye, bi giştî 1,729,566 deng li 12 parêzgehan bi dest xistine.
Li gorî encaman û piştî boykota Sedir, başûrê Îraqê nola hertlanda (navenda sereke) komên çekdar maye. Li cihekî weke Besrayê, 4 komên Sadiqûn, Bedir, Hiquq (nêzîkî Hîzbulahê) û Xedemat (Ketaîbê Îmam Elî) 258,823 deng, ango nêzîkî 16% ji dengên wê parêzgehê bi dest xistine, ku tê de Sadiqûn bi ser 150 hezar dengî re li pêşiya hemûyan bû.
Li cihekî wekî Diyaleyê ku ji bo tevgerên leşkerî yên komên çekdar xwedî girîngiyeke korîdorî ye, Bedir û Sadiqûn bi hev re ji sedî 15,38 ji dengên wê parêzgehê bi dest xistine.
Sûmeriyûnê nêzî Ketaîbê Cundulîmam li Zîqar û Babilê pêgeha xwe nîşan daye lê Hiquq li her 10 parêzgehên başûr pêgeheke bihêztir ji xwe re misoger kiriye.
Sadiqûn di nava wan 12 parêzgehan de li 9 ji wan li pêşiya komên din ên çekdar e û ev jî derbarê paşeroja Emîndarê Giştî yê Esaîbê Ehlê Heq de sernîşanên girîng dide.
Eger Sûdanî serketiyê hejmarî yê hilbijartinê di nav lîsteyên Şîeyan de be, wê demê em dikarin bibêjin ku serketiyê stratejîk ê vê hilbijartinê Xezelî ye ku li ber e pêgeha xwe wekî serokê paşerojê yê Şîeyan xurt bike.
Nûrî Malikî 75 salî ye, Hadî Amirî 71 salî û Falih Feyaz jî 69 salî ye, lê Qeys Xezelî nû ketiye 50 saliya xwe. Muqteda Sedir di navbera siyasetmedarî û oldariyê de diçe û tê û ew rewşa berzexî jî derfeteke bêhempa ye ji bo Emîndarê Esaîbê Ehlê Heq ku dibe ku bi hinek bendewarî bi dest bixe, helbet eger rewş bi vî rengî berdewam bike.
Lîsteya Dewleta Yasayê, li gorî berawirdkirina encamên sê hilbijartinên 2021, 2023 û 2025an, pêgeha xwe ya kevneşopî li parêzgehên Zîqar, Babil, Wasit û Kerbelayê parastiye û li piraniya cihên başûrê Îraqê ji bilî Musenayê dengên xwe zêde kiriye.
Ji ber vê yekê, dibe ku ew jî xwe wekî serketî bibîne lê astengiya herî mezin a li pêşiya wî zêdebûna rikberên wî ye. Di sala 2021an de Sedirî û Fetih rikberên wî bûn, di 2023an de Hevpeymaniya Nebnî, vêga jî ji hevpeymaniya Sûdanî bigire heta Esaîbê Ehlê Heq, li piraniya cihan rikberî heye û li piraniya parêzgehên başûr herî kêm bi sê koman re pêşbirkeke nêzîk kirine.
Xuya ye ku encamên niha ji bo Malikî astengiyên mezin in da ku careke din bibe serokwezîr lê bi egereke mezin dê bibe yek ji wan kesan ku di diyarkirina serokwezîrê paşerojê de gotina wî hebe.
Pêkanîna hikûmetê di nava dînamîkên derveyî û navxweyî de
Ji ber girêdana mijara avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rewşa hikûmetê li Bexdayê û dabeşbûna Sunneyan, egera avakirina hevpeymaniyeke ser-tayîfî ji bo Sûdanî û dûbarekirina senaryoya 2021an ji aliyê siyasî ve karekî dijwar xuya dike.
Ji aliyê hejmarî ve jî zehmet e ku bêyî razîkirina Şîeyan, ew du ji sêyan kom bike da ku rûniştina perlamentoyê were lidarxistin.
Raveyên li ser hevrikiya Amerîka û Îranê ka gelo Sûdanî bimîne yan nemîne, hinekî xeyalî xuya dikin. Bêguman her aliyek hez dike ku kesekî li gor dilê wî hikûm bike lê dibe ku ew qasî ji bo Îranê girîng be ka kî dibe serokwezîr, ev yek bi wê radeyê ji bo Amerîkaya Trump ne girîng be.
Wekî din, ew qasî hêza wê heye ku her kesê li Bexdayê be, bikaribe "her bi zorê" daxwazên xwe ferz bike. Ji bo Îranê jî pirsgirêk ew e ku hilbijartinên vê carê zêdetir rikberiya navxweyî ya komên Çarçoveya Hevahengiyê li başûr bû ku ew bi xwe jî di avakirina çarçoveyê de xwedî rol bû.
Pêwendiya wê bi gelek hêzên rikber ên hilbijartinên vê carê re heye ku di wê çarçoveyê de ne û dibe ku li gorî wê baş be ku her bi wê mekanîzmayê jî were çareserkirin.
Bi rengekî giştî, hikûmetên Îraqê piştî Sedam 6 heta 7 mehan piştî hilbijartinê hatine pêkanîn, ya herî kêm di sala 2014an de bû ku zêdetirî 4 mehan kişand û ya herî zêde jî di sala 2021an de bû ku 13 mehan kişand heta ku hate damezrandin.
Îşaret wisa nîşan didin ku dibe ku avakirina hikûmeta vê carê ji yên berê hêsantir be. Ji ber ku piraniya aliyên rikber beşdarî hikûmeta niha bûne û derbarê Şîeyan de jî niha mekanîzmayeke bi navê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ji bo pêkanîna hikûmetê heye ku karê wan hêsantir kiriye, her çend dibe ku gengeşeyên navxweyî li ser parên hikûmetê zêdetir bin ji ber ku daxwazkarên hêzdariyê zêde bûne.
