Li Tirkiyeyê piştî çend salan ji felca siyasî, tevger vegeriya ser nakokiya dûvdirêj û bi êş a di navbera dewlet û tevgera Kurdan de. Piştî bi dehan salên tundiyê, dûrketina ji hev û şikestina hêviyan, çend îşaretên lawaz lê watedar derketin holê ku nîşan didin dibe ku destpêka qonaxeke nû be. Vekişîna şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji axa Tirkiyeyê û nîşaneyên destpêkê yên çekdanîneke gengaz, cidiyetekê dide vê demê ku demeke dirêj e nehatiye dîtin. Li gel vê yekê jî rêya ber bi aştiyeke mayînde hîn bi xeter û nazik e.
Ev pevçûn êdî ne tenê mijareke navxweyî ye, di Rojhilata Navîn a veguhertî de asê maye.
Li Sûriyeyê, hêzên Kurdan ên ku di dîrokê de bi beşên PKKyê re têkildar bûn, li gel Amerîkayê li dijî DAIŞê şer kir. Wan li bakurê wî welatî pêkhateyeke siyasî ava kir ku niha bi hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed Şer (Colanî) re di nav rageşiyê de ye. Enqere bi dilgiraniyeke mezin li vê rewşê dinêre, ji ber ku fêm dike dibe ku guherînên herêmî metirsiyê bixin ser her pêvajoyeke aştiyê ya paşerojê yan wê ji rê derxînin. Li nav Tirkiyeyê jî komên neteweperest û tund ên siyasî ketine nav liv û tevgerê, gefên kevn zindî dikin û bêbaweriyê kûrtir dikin.
Beriya ku dan û standin dest pê bikin, têkoşîna li ser "tirs" û "bîranînê" (dîrokê) dest pê kiriye.
Min li Tirkiye, Îraq, Sûriye û welatên din ên Rojhilata Navîn ji nêzîk ve şahidî kiriye bê ka tundî çawa malbat, tax û tevahiya civakan ji hev diqetîne û başbûn çi qasî hêdî û bi êş e. Aştî li ser maseya dan û standinan çênabe, di hiş û bîra kesên êş kişandine de şîn dibe. Pirsa sereke niha ew e: Gelo civaka Tirkiyeyê amade ye û dikare pêvajoyeke lihevkirinê bidomîne? Dîtina êşan, dabînkirina edaletê, rêlibergirtina tundiya nû, pêkanîna hevdîtinên rasteqîn û xeyalkirina paşerojeke hevpar ne tenê teoriyên felsefî ne, şertên man û nemana siyasî ne.
Dema mirov li hewldanên berê dinêre, dibîne ku hêvî berê jî derketiye holê. Peyama Newrozê ya sala 2013an a Abdullah Ocalan, hevdîtinên Îmraliyê û Mutabaqata Dolmabahçeyê ya sala 2015an, hemûyan pencereyên ku zû hatin girtin vekiribûn. Hilweşîna wan rastiyeke bi êş derxist holê: Dan û standin nikare bijî dema ku bêbawerî û pêşbaziya siyasî bingehên wê hilweşînin. Barên neçareserkirî yên pêşerojê -wekî nedîtina qurbanên kiryar nediyar, birînên aborî û travmaya kolektîf- qet bi temamî nehatin çareserkirin. Ti civak nikare li ser paşeroja xwe dan û standinan bike, dema ku amade nebe rûbirûyî pêşeroja xwe bibe.
Di rewşeke wiha de, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya nû ya ku hatiye avakirin û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş serokatiya wê dike, giraniyeke taybet hildigire. Erka vê komîsyonê ya avakirina piran a di navbera dewlet, civak û kêmîneyan de dikare çarçoveyeke sazûmanî ya pêbawer pêşkêş bike lê tenê bi wî mercî ku serbixwe bixebite, pirrengiyê qebûl bike û pişta xwe bide pisporên şareza. Aştî ne tenê projeyeke siyasî ye, di heman demê de veguherîneke derûnî ye. Civakên ku bi deh salan di nav pevçûnan de dijîn, cureyeke zimanê hişk çêdikin ku dijminatiyê asayî dike, empatiyê lawaz dike û lihevkirinê wekî tiştekî ne rewa dibîne. Eger bi israr li ser bîra kolektîf neyê rawestandin, bawerî dê wekî sozeke demkî bimîne. Eger siyaseteke "bîranîna Tirk û Kurdan" hebe ku li dibistan, medya û saziyên çandî reng bide, dikare alîkariya şikandina vê çerxê bike.
