Encamên hilbijartinên dawî yên bajarê Kerkûkê ji bo Kurdan ne cihê dilxweşiyê bûn, ji ber ku piştî pêvajoya rizgarkirina Îraqê ya ji destê rejîma Beasê (2003), cara yekem e ku kursiyên Kurdan ji yên neteweyên din (Ereb û Tirkmen bi hev re) li Kerkûkê kêmtir in.
Sedema wê wekî roja ronî diyar e: Rikeberiya hizbî ya partiyên Kurdistanî sedema yekem e. Wisa xuya dike ku genimê Kurdan ji bo demeke dirêjtir di beroşekê de bi hev re nakele. Ji aliyekî din ve, giraniya Erebkirinê û hişyariya neteweyî ya Ereb û Tirkmenan li bajêr di zêdebûnê de ye.
Piraniya kesên ku ez li Kerkûkê bi wan re axivîme yan min bername bi wan re çêkiriye, bi taybetî ewên ku di salên 40î yên sedsala borî de li Kerkûkê ji dayîk bûne, hemû li ser wê yekê hevfikir in ku Ereb li Kerkûkê yan nebûn yan jî bi tiliyên destan dihatin hejmartin.
Heta serê salên 60î yên sedsala borî jî her wisa bûye lê bi hatina ser desthilatê ya partiya Beasê û neteweperestên Ereb, êdî Ereb wekî lehiyê hatin û berê xwe da bajêr. Dewletê hemû pêdawîstiyên jiyanê ji wan re dabîn kirin û li hember nîştecîbûna wan a li Kerkûkê îmtiyazên mezin dan wan.
Desthilatdaran bêyî liberçavgirtina mezhebê wan, Ereb han dan ku berê xwe bidin Kerkûkê. Kabûs û tirsa "Heres Qewmî"yên sala 1963yan û bi şûn de, hîn jî ji nav dilê takê Kurd ê wê serdemê derneketiye. Ji wê demê ve derxistina Kurdan a ji mal û erdê wan, kuştin, girtin û ravedûnana Kurdan heta rizgarkirina Îraqê berdewam bûye. Niha Erebkirinê şêwe û rûyekî cuda bi xwe ve girtiye. Bi navê biratiyê, Îraqeke biçûk û bajarê pêkvejiyanê, çermekî din lê hatiye kirin.
Berevajî Erebên hawirde û dagirker, beşeke zêde ya Kurdên Kerkûkê bi hincetên curbecur li Silêmanî û Hewlêrê rûniştine û ne amade ne vegerin bajarê xwe, di demekê de ku berpirsên hizbî yên Kurdistanî heta 16ê Çiriya Pêşîn a sala 2017an li Kerkûkê xwedî desthilat bûn lê berpirsên PDK û YNKyê bi roj li Kerkûkê dibûn û bi şev jî vedigeriyan malên xwe yên li Çemçemal, Hewlêr, Silêmanî û cihên din.
Vê yekê ziyana herî mezin gihandiye hejmara niştecihên Kurd ên li Kerkûkê. Di demekê de ku diviyabû desthilata Kurdistanî bi zorê jî be berpirsên xwe li Kerkûkê nîştecî bikira û awareyên Kerkûkê han bida ku vegerin Kerkûkê.
Axir çawa dibe namzedên Kurd ên Kerkûkê li Hewlêrê şahî û dîlanê ji bo hilbijartina bajarê xwe bigerînin? Li Silêmaniyê pendek heye ku gelek caran tê bikaranîn û tam li bejna wê diyardeyê tê ku dibêjin: Nanê Kunemasî dixwe û parêzvaniya Cirtawa dike!
Di van rojên borî de me bernameyeke Pencemorê li Kerkûkê tomar kir li gel kesayetiyeke ku jidayîkbûyê bajarê Kerkûkê ye, her di wê tevliheviyê de mezin bûye lê bavê wî, bi baweriya min, ji ber wî navê Erebî yê giran ku li kurê xwe kiriye, zilmeke mezin lê kiriye. Axir di nav wan hemû navên Kurdî yên xweş de, di nasnameyê de navê wî wekî (Mewcûd) tomar kiriye lê ji bo qewînkirinê di bangkirinê de "Ebdul"ek jî pê ve kiriye: Ebdulmewcûd lê gava mezin dibe, ew Mewcûdê dike tolhildan.
