Kî dizane! Dibe ku salek berê û rast di van rojan de, ew mijûlî "nimêja îstixareyê" bû ji bo paşeroja xwe ya nediyar a li Sûriyeyê lê di van rojan de heq e ku "nimêja spasiyê" jî bike dema ku li sala borî dinêre.
Ez behsa Ehmed Şer, Serokkomarê Sûriyeyê dikim ku wekî stêrka Foruma Dohayê ya îsal derket pêş. Gelek wezîr û berpirsên payebilind di wê derê re hatin û çûn lê ti yek ji wan wekî wî nebûn cihê bala xelkê; Hola "Defne"yê ku Christiane Amanpourê lê hevpeyvîn bi wî re dikir, tijî bûbû.
Bi gavên giran û tijî bawerî, hinekî bi derengî ve hate nav holê. Bi hincetan, hinek caran jî bi yarî û henekên xwe parastina raman û rabirdûya xwe dikir, wekî ku bixwaze bi zimanê laş bibêje: "Ez ne ew mirovê par im, cihê lingê min ji berê qayîmtir e."
Di rastiyê de derketina Şer tenê îfadeya wî û rabirdûya wî nake, ev derketin sembola werçerxaneke jeopolîtîk e ku dibe di guherîna doktrîna Amerîkayê de were kurtkirin: Bidawîanîna siyaseta guhertina rejîman û spartina çarenivîsa herêmê bi pergaleke herêmî. Her ev yek e dike ku Donald Trump, Şer bi rengê "wêrek" bi nav bike.
Her di wan deman de û li aliyekî din ê holê, Tom Barrack (kesayetê nêzîkî Trump) li pêşberî medyayê çareseriya xwe ya ji bo Rojhilata Navîn formule dikir: Destberdana Amerîkayê ya ji guhertina rejîman, piştevaniya li Şer, mana Sûdanî li Îraqê, lihevanîna welatan a bi Îsraîlê re û heta rêkeftina bi Îranê re jî. Wekî ku bibêjî pirsgirêkên vê herêmê tenê bi hebûn û nebûna Amerîkayê ve girêdayî bin! Çi dibe bila bibe, dibe ku piştevaniya Amerîka, Kendav, Tirkiye û heta Ewropayê jî dînamoya wê xwebaweriya Şer be.
Hinek caran radîkalên kevn ên Îslamî hem ji gotinê namînin û hem jî ew qasî pragmatîk dibin ku xelk nikare tesewûr bike. Şer baş dizane ku man û nemana wî ya li desthilatê bi lihevkirina bi hêzên mezin ve girêdayî ye ne bi romantîzma îdeolojîk.
Pêdiviya wî bi 250-400 milyar dolaran heye ji bo avakirina Sûriyeyê, ew dizane jî ku bêyî razîbûna Amerîka û Îsraîlê ev pere xewn e. Her ji ber vê yekê dema ku behsa "Rêkeftina 1974an" a Golanê (Colan) kir û wekî "serkeftî" wesif kir, rasterast peyam ji Tel Evîvê re şand: "Ez ne metirsî me, ez kilîla aramiyê me."
Di hevpeyvînê de jî, pirsên Christiane Amanpourê heman şêweyê siyaseta Amerîkî, xatirê Şer gelekî digirt û derfet didayê ku dikê bi kar bîne. Şer bi zîrekî pirsa "rabirdûya xwe ya terorîstî" kir derfetek ji bo spîkirina rûyê xwe yê siyasî û got: "Teror têgeheke siyasî ye. Çima kuştina bi hezaran bêgunehan li Xezeyê ne teror e lê berxwedana wan teror e?"
