Di çend rojên borî de, dîmenên bi êş û jan ên êrişa li ser taxên Kurdan ên wekî (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) li Helebê, dilê hemû Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û li her dervera cîhanê hejand.
Ev hevsozî û hevxemî, nîşaneya zindîbûna hesta neteweyî û xemxuriya ji bo hevniştimanî û hevzimanên me ye ku rûbirûyî metirsiya qirkirin û koçberiyê bûne.
Lê belê li kêleka vê xema neteweyî hinek dengên metirsîdar hatin bihîstin ku daxwaza "tolhildanê" ji Erebên Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê dikin, dixwazin ji wan kesên ku yan ji ber zilm û zordariya desthilatdarên xwe berê xwe daye vir an jî ji ber rewşa xirab a jiyana xwe hatine li vir kar dikin tol were standin.
Ev cureyê hizirkirinê xizmetê ji doza Kurdan re nake, berevajî vê derbeya herî mezin e li sinc, dîrok û nasnameya mirovdostane ya gelê Kurd. Baş bû ku Serok Barzanî wekî parêzvan û bergirîkarê wan biha û nasnameya Kurdan, li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan da.
Cezayê bikom, yek ji kiryarên herî kirêt û bêdad ên dîroka mirovatiyê ye. Dema ku dewletek, komeke çekdar an aliyekî siyasî li cihekî tawanekê dikin, veguhastina wê tawanê ya ser hemû kesên ku tenê di nijad an ziman de bi wan re hevpar in, binpêkirina temam a prensîbên mirovî û exlaqî ye.
Piraniya wan penaberên Ereb ên ku li Başûrê Kurdistanê ne, ji destê wan heman zilm û şeran reviyane ku vêga pêsîra taxên Kurdan ên li Helebê girtiye. Ew bêdesthilat in û wan wekî stargeheke aram hawara xwe aniye ber civaka Kurdan.
“Divê em nebin celad”
Derxistin an êşandina wan ne tenê nedadperwerî ye, ew ducarekirina heman zilmê ye ku Kurd bi xwe di dirêjahiya dîrokê de ji destê wê naliyane û dinalin. Em qurbaniyek in, divê em qet û ticarî nebin celad!
Dîroka Kurdan bi êşa derbiderbûn û koçberkirina bi darê zorê dagirtî ye. Em gelek in ku me êşa destê Erebkirin, Enfal û jenosîdê tam kiriye. Dema ku em li dijî wan siyasetan bûn ên ku dixwestin nasnameya me tune bikin û me ji ser axa me derxin, gelo çawa dibe em îro heman tevgeran li hemberî xelkekî bêdesthilat ducare bikin?
Mezinahiya gelê Kurd di wê yekê de ye ku di gupîtka êş û xopaniyan de, hembêza xwe ji bo lêqewimiyan vekiriye. Ev xisleta xelkê Kurdistanê bûye cihê rêzgirtina hemû cîhanê ku ji zimanê serok, serkirde, siyasetvan û rêxistinên xêrxwazî û çandî ve amaje pê hatiye kirin.
Dîroka cîhanê bi wan deqên reş ku ji ber kîn û tolhildanê çêbûne mişt û dagirtî ye. Di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, Amerîkayê bi hezaran welatiyên Amerîkayê yên bi eslê xwe Japon desteser kirin, tenê ji ber ku Japonayê êrişî bendera Pearl Harborê kiribû.
Gelek salan bi şûn de, Amerîkayê bi awayê fermî daxwaza lêborînê kir û ew biryar wekî şermezariyekê da nasîn, ji ber ku ew xelk bê guneh bûn û ti pêwendiya wan bi siyaseta leşkerî ya Japonyayê ve tunebû.
Li hemberî vê yekê, mînaka mezin a wekî Nelson Mandela li pêşiya me ye. Dema Mandela ji girtîgehê derket û rejîma Apartaydê bi dawî hat, daxwaza derxistina çermspiyan nekir, tevî ku wan salên dûr û dirêj zilm li wan kiribû.
Mandela got: "Azadbûn ne tenê şikandina qeyd û zincîran e, divê mirov bi şêwazekî bijî ku rêzê li azadiya yên din jî bigire." Wî dizanî ku tolhildan welat wêran dike lê lêborîn niştimanê ava dike.
