Êrişên nû yên li ser taxên Kurdan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê, di çavê piraniya Kurdan de tenê wekî xelekeke din a hovane ya zincîra karesatên şerê Sûriyeyê nayên dîtin, belkî ew bi vê yekê re wekî karesateke derûnî ya neteweyî dijîn. Hûrtir bibêjin, wekî birîneke kevn a nekewiyayî ya derûnî û neteweyî ya çendîn sedsalan lê dinêrin. Heleb îro ne tenê qada şer û kuştinê ye; belkî ew cih e ku dîrok, bîranîn û dema niha tê de bi ser hev de hildiweşin. Cih û warêk e ku tê de zelal dibe bê ka gelo azar û jana gelekî dê tenê wekî hûrgiliyeke bêqîmet a siyaseta cîhanî bimîne yan dê serencam wekî tiştê ku heye were naskirin: Birîneke kûr û bi jan di laşê mirovahiyê de.
Rayeka zama derûnî ya neteweyî ya Kurd vedigere ezmûneke dîrokî ku mînaka wê kêm e. Kêm netewe hene ku bi salan û sedsalan li ser ax û warê xwe dijîn lê hêj rê nehatibe dayîn ku wekî neteweyekê li ser wê axê hebin û azad bin. Kurd hîn bûye ku wateya wê bizanibe bê ka mirov çawa dibe mêvanê mala xwe û li warê xwe dibe biyanî. Ew ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatine çewisandin û ji aliyê hinek dewletan ve hatine paşguhkirin û di rewşa herî baş de tenê rêya hebûnê dane wan lê pir caran bi eşkere û bi hemû şiyana xwe dijayetî li wan kirine. Cudakari li wan hatiye kirin tenê ji ber ku bi zimanê xwe axivîne, bi çanda xwe jiyane yan navê nasnameya xwe hildane. Li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê, pênasekirina eşkere ya wekî Kurd, gelek caran wekî tawan hatiye dîtin, siza li ser hebûye yan jî bi agir û asin hatiye perçiqandin. Ev ezmûn ne tenê bandor li jiyana takan kiriye, belkî hevîrê nifşan jî her bi vê azarê hatiye strandin û ketiye nav moxê hestî û xwîna wan.
Gelo ji bo gelekî çi wateya wê heye ku qet wekî netewe nejiyabe? Wateya wê ew e ku her tim jiyanek ji ya ku hesta piştrastiyê jê re çênebûye bê ka dê bimîne an na. Wateya wê ew e ku dewlet û qewareya te li ser axa te tunebe. Ti cihek nebe ku tê de hesta serbixwebûnê misoger be. Kurd pasaportên Îraq, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hildigirin; ew belge ji aliyê wan dewletan ve hatine dayîn ku pir caran înkare nasnameya Kurd dikin û wê diperçiqînin. Ev welatîbûn rûkesî ye û mureheba li ser kaxezê ye û dijber e bi wê baweriya derûnî ya ku di dilê mirovê Kurd de heye. Dîrok û çanda Kurd ji wan dewletan kevntir e. Ev dijberî xerîbiyeke kûr durist dike. Mirov dikare di wê dewletê de bimîne lê wekî pîneyekê li ser kincekî xerîb; tu qet nabî beşek ji wî cilûbergî.
Ev zam û derbê derûnî yê neteweyî ne xeyal e û ne xewna ser balîfê ye; belkî azarek e ku Kurd bi goşt û hestiyê xwe hîs dikin, destê xwe datînin ser û wesif dikin. Jan di wê yekê de ye ku destê te li hemberî axa te kurt be; nehêlin xwîdana eniya xwe têkeli heriyê axa xwe bikî û nekarî bi dilekî xweş keda xwe bidî, tovê xwe biçînî û li benda xermanê bî. Li vir ax tenê perçe zeviyek û milkek nîne ji bo kirîn û firotinê, belkî pêwendiyeke giyanî ye di navbera cotkar û erdê de, peymanek e bi salan û bi ked û berdewamî û baweriyê hatiye mohrkirin lê ev peyman hezar caran bi zorê hatiye hilweşandin; bi agirberdana gundan û raguhastinê, bi têlbendkirin û leşkergehkirina warê bav û kalan, bi kêşana sînoran di nav ax û dilê xelkê de bêyî ku pirs ji xwediyê malê bê kirin. Lewma li cem Kurdan, qutbûna ji axê ne tenê ji destdana zeviyê ye, belkî şikandina rûmetê, vemirandina çiraya paşerojê û windakirina wateyê ye.
Heleb jî wekî xelekeke din a vê zincîra tijî azar, bêyî girê û alozî dikeve qalibê vê dîrokê. Ew zilm û tundiya ku li wir tê kirin, ne birîneke nû ye, ew birîneke nekewiyayî ya zameke kevn e. Ji komkujiyên salên 1930î yên Bakurê Kurdistanê yên li Tirkiyeyê bigire heta digihe kîmyabarana Helebceyê ya 1988an û pêvajoya Enfalê ku bi hezaran zarok bêserûşûn kirin, her wiha jenosîda Êzidiyan li Şingalê, dorpêça Kobaniyê û şerê li dijî DAIŞê -ku tê de zêdetirî 12 hezar şervanên Kurd û Pêşmergeyan canê xwe yê pak feda kir- hemû ev bi hev re, xermanekê ji bîranîna tal û êşkişandinê pêk tînin. Ev karesat mîna libên tizbiyê li kêleka hev rêz nebûne, belkî çûne nav qatên hev û bûne yek. Van bi hev re zameke neteweyî durist kiriye ku wekî mîrateyeke tal li ser nifşan tê dabeşkirin; birînek e hîn xwîn jê diçe û derman nebûye; çare nebûye û didome.
Ev zam û derbê derûnî hestên dijberî hev hildiberîne. Hêrs li hemberî zilma berdewam heye. Acizî ji bêbakiya cîhanê. Bêdesthilatiyeke kûr li hemberî bêhêziya siyasî. Bi dehan salan e gelek Kurd xwe wekî "bêkesên cîhanê" pênase dikin. Ev şibandin ji aliyê derûnî ve hûr û kûr e. Bêkes, desthilateke ku cihê baweriyê be nîne ku berpirsyariya wan bigire stûyê xwe. Piraniya Kurdan siyaseta navneteweyî bi vî awayî tecrube dikin. Soza parastinê tê dayîn lê nayên parastin. Propagandaya hevsosziyê tê kirin lê bi kirdarî nayê bicihanîn û di tengasiyê de pişt li wan tê kirin û Kurd bê derî û bê dîwar wekî bêkesên li ber bahozê dimînin.
Tiştê ku dike azara Helebê bi jan be û xwê li birîna wê dike, ew e ku ev tundî ji aliyê kesan ve tê kirin ku niha li Şamê postê berxan li xwe kirine û xwe wekî "hikûmeta demkî" didin naskirin, di demekê de ku reg û rayên wan di tevgerên cîhadî de ne. Ev ne hikûmetek e ku bi dengê xelkê û demokrasiyê rewayî wergirtibe; belkî avahiyeke desthilatê ye ku li ser mil û pişta wan koman hatiye lêkirin ku kiryarên wan teror bûne. Ew kesên ku niha qat û kiravat li xwe kirine û zimanê wan li ser rûnê dîplomasiyê digere, ew yek qet esil û feslê wan ê îdeolojîk paqij nake; wekî pêşiyan gotiye: "Mar her mar e, her çend kirasê xwe guhertibe jî", ev guhertina cil û bergan wê metirsiyê kêm nake ku wekî şûrekî devbixwîn li ser gerdena kêmîneyan rawestandine. Niha bi navê Sûriyeyê tora mirin û terorê ji bo xelkê sivîl ê Kurd tê hûnandin.
Ji bo Kurd, Durzî, Mesîhî, Êzidî, Îsmaîlî, Elewî û kêmîneyên din jî ev ezmûneke tal e. Tawanbar ji aliyê siyasî ve payeya wan tê bilindkirin, di demekê de ku qurbanî careke din bê parastin dimînin. Tiştê ku hîn zêdetir cihê dilgiraniyê ye, ew e ku Yekîtiya Ewropayê (YE) bi sedan milyon euroyan piştevaniya vê qaşo hikûmeta demkî dike, ew jî tam di wê demê de ye ku hêzên cîhadî êrişî taxên Kurdan dikin. Tiştê ku li Brukselê wekî aramî û alîkariya mirovî tê wesifkirin, di rastiyê de wekî xelatkirina tawanbaran tê dîtin û avkirina aşê dijmin e. Ji aliyê siyasî ve ev pirsgirêkeke mezin e. Ji aliyê derûnî ve jî wêranker e.
