Di jiyana mirovan de, cihê herî ewle ku mirov xwe tê de aram hîs dike mal e. Her wiha jîngeha ku têkiliyên endamên malbatê xurt dike jî her mal e.
Mirov her tim dixwaze ji teq û reqa jiyana rojane, ji stres, tevlihevî û metirsiyên cîhana derve bireve û were mala xwe. Mirov li mala xwe, xwe di nav endamên malbata xwe de aram û parastî hîs dike.
Endamên malbatê li malê xwe azad hîs dikin. Mirov li mala xwe, bi rehetî, bêsansur kûrahiya dilê xwe ji endamên malbatê re vedibêje. Hestên herî dijwar yên wekî evînî, hezkirin, nexweşî, hêrs, xemgînî, kêf û şahiyê bi awayekî samîmî li malê tên vegotin.
Ji bo yekî şêweya herî rehet a îfadekirina van hestan jî her gav zimanê zikmakî yê wî/wê ye.
Ji ber vê yekê ye ku bi milyon heta bi milyaran malbat li çar aliyê cîhanê li malê bi zimanê xwe yê dayîkê dipeyivin û bi zimanê xwe dijîn.
Mirov li malê fêrî nirxên bingehîn ên jiyanê yên wekî rastgoyî, rêzgirtin, evîn, hevkariyê û hwd. dibe. Ji bo zarokan mal destpêka temrîna jiyanê ye.
Zarok li malê di nav atmosfereke ewle û hêsan de eslê xwe, zimanê xwe, çanda xwe nas dike û fêr dibe.
Aîdiyeta xwe bi xêra ziman û çanda dê û bavê xwe, di jîngeha malê de bi dest dixe. Dê û bav jî tiştên ku ew ji dê û bavên xwe fêr bûne, fêrî zarokên xwe dikin. Bi vî awayî ziman û çand ji nifşan derbasî nifşan dibin.
Li malê axaftina bi zimanê dayîkê bûyereke pir xwezayî û yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e.
Lê hezar car mixabin, ev mafê bingehîn ê mirovahiyê li Bakurê Kurdistanê û her wiha ji bo Kurdên ku li nav sînorên Tirkiyeyê dijîn ne bûyereke xwezayî ye.
Ji ber ku gelek malbatên Kurd dev ji zimanê xwe yê dayîkê berdane û ew bi zimanê dagirkerên xwe, yanê bi Tirkî diaxivin.
Sedema herî mezin a ku Kurdan dest pê kiriye li malên xwe bi Tirkî dipeyivin, bêguman bêdewletbûyîna wan e.
Dewleta Tirkiyeyê ji roja ava bûye heta roja me ya îro, ne nasname, ne jî zimanê Kurdan nas kiriye.
Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê tenê Tirk hene. Û wisa xuya dike ku heta demeke dûr û dirêj jî dewleta Tirkiyeyê dê dev ji siyaseta xwe ya li dijî kurdbûyînê bernede. Û herwiha siyaseta ku îro li Bakurê Kurdistanê Kurdan temsîl dike jî ji doza Kurd û Kurdistanê pir dûr ketiye.
Ew zimanê Kurdî jî wekî zimanekî nefonksiyonel (zimanê bêfêde, zimanê nebikêr, yê bi kar nayê) dinirxînin û rizgariya Kurdan jî di entegrebûna xwebexş, yanê di tirkiyeyîbûnê de dibînin.
Gotineke Dimiliyan heye dibêjin ‘Cilo kewto milo’, bi kurtî qedera paşeroja zimanê Kurdî ketiye ser milên Kurdên xwenas.
Ji bo vê erka giran a birûmet a hêja, yanê paşeroja zimanê Kurdî, divê her maleke Kurdî bibe dibistanek.
Ji bo ku em vî zimanê xwe yê qedîm ku bi hezaran sal e bi hezar û yek zehmetiyê heta roja me hatiye biparêzin, divê em li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.
Her çi qasî li Tirkiyeyê derfetên perwerdeya bi zimanê dayîkê tunebin jî em baş dizanin ku zarok li malê fêrî zimanê xwe yê dayîkê (zikmakî) dibe.
