Hefteya bê, 28emîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bi navê (COP28) tê nasîn, dê li bajarê Dubaiyê were lidarxistin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha bi çareserkirina pirsgirêkên xwe yên darayî daketiye.
Ev arîşe piştî rawestandina hinartina petrolê di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de derketin holê lê belê, divê ev rê li ber wê yekê negire ku Herêma Kurdistanê li siyaseteke stratejîk a girêdayî çavkaniyên nû yên enerjiyê bihizire.
Armanca sereke ya Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya NYyê lezkirina qonaxa demdemî ya enerjiyê ye. Mebest jî ew e ku asta belavbûna gazên ziyandar berî sala 2030î were kêmkirin. Her wiha pêşî li germbûna zêdetir a pileyên germiya erdê were girtin çimkî zêdebûna pileyên germê ji her hêlê ve metirsî li ser xelkê çêkiriye.
Tevî destkeftên Herêma Kurdistanê di warê neft û pîşesaziyên giran ên wekî hesin û çîmentoyê de jî yek ji encamên van destkeftan zêdebûna asta belavbûna gaza karbondîoksîtê bû. Wezareta Samanên Xwezayî kompanyayên petrolê pabend kir ku gaza girêdayî petrolê têxin nav bîrên petrolê yan jî ji bo berhemanîna elektrîkê bi kar bînin. Vê yekê bandor li ser kêmkirina asta belavbûna gazên ziyandar kir.
Herwisa, di çend salên borî de, ji bo berhemanîna elektrîkê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piranî li şûna mazot û nefta reş, gaza xwezayî bi kar anî. Ev yek jî bû sedema kêmkirina asta belavbûna gazên zirarmend. Her çend ev pêngav erênî bûn jî hîna jî nêzîkî nîvê elektrîka ku tê berhemanîn, nemaze di dema zêdebûna daxwazê di havîn û zivistanê de, dîsa jî ji hêla jeneratorên taybet ve tê berhemanîn ku bi radeyeke mezin sedemên berdewamiya zêdebûna tibaba belavbûna gaza karbondîoksîtê ne.
Ev faktor wer dikin ku dariştina siyaseteke stratejîk ji bo pêşxistina çavkaniyên nû yên enerjiyê bi taybetî hîdrojena kesk li Herêma Kurdistanê bibe karekî zehfî pêwîst. Hîdrojena kesk û bikaranîna wê ji bo berhemanîna elektrîkê yan jî bikaranîna wê di sektora veguhestinê de dikare bibe çavkaniyeke aborî li Îraq û Herêma Kurdistan.
Hîdrojena kesk bi rêya proseya elektrolîzkirina avê û bikaranîna elektrîka ku bi rêya enerjiya rojê yan enerjiya ba tê dirustkirin, tê berhemanîn. Şert û mercên erdnîgarî û seqayê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ku hin caran di salekê de 300 rojan tav li rûyê esmên e, dibin sedem ku pêşxistina hîdrojena kesk di warê aborî de mifadar be.
Welatên neftê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat û Umanê berî niha veberhênanên mezin di hîdrojena kesk de kirine. Erebistana Siûdî projeyeke 8,4 milyar dolarî di vî warî de cîbicî dike. Îmarat jî ku bi tevahî bi 54 milyar dolaran di warê enerjiyên nû de veberhênan kiriye, beşeke darîçav ji bo pêşxistina hîdrojena kesk veqetandiye.
Tevî pirsgirêkên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ku ji ber fişar û zextên Bexdayê û rawestandina hinartina petrolê çêbûn lê hîna jî derfeta pêşxistina hîdrojena kesk li holê ye. Nemaze bi rêya hêsankirinên ji bo sektora taybet û garantîkirina projeyên girêdayî berhemanîna elektrîkê bi rêya enerjiya rojê û hîdrojena kesk ku sektora taybet amade ye wan cîbicî bike.
Xaleke girîng jî peydakirina erdê ji bo santralên berhemanîna elektrîkê bi rêya enerjiya tavê ye, ji ber ku ew qadeke mezin a erdê dagir dikin.
Hîdrojena kesk ne tenê ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn lê belê şoreşeke qerase di sektora veguhastinê de jî dadaye. Welatên Ewropa, Kanada û Amerîka wê nola enerjiya siberojê dihesibînin û amade ne li her welatekî ku projeyên bi vî rengî hebin hilberînê bikin.
