Tevî serdestiya Îsraîlê ya li hemberî Eniya Berxwedanê xasma Hemas, Hizbula û Îran jî vî şerî nîşan da ku Îsraîl li herêmê bi tenê ye. Helbet ev yek tevî hebûna Peymanên Îbrahîm û asayîkirina pêwendiyên Îsraîlê li gel çend welatên Erebî li ser destên Donald Trump.
Vî şerî derxist holê ku Îsraîl nikare heta dawî, demeke dirêj şerê van çend welatan bike. Loma wer dixuye ku hem Îsraîl û hem jî hin biryarderên Amerîkayê gihîştibin wê baweriyê ku ger nexşeya siyasî ya wê herêmê neyê sererastkirin, wê demê zehmet e Îsraîl karibe hebûna xwe bêyî metirsî bidomîne.
Ya rasttir, bi zimanê zanistên siyasî, pêdiviya wê rewşa nû bi çêbûna sîstemeke herêmî ya nû li herêmê heye (new regional system) nexasim li cihê ku jê re dibêjin Welatê Şamê (Levant).
Ger em bi baldarî lê bifikirin, çêkirina vê sîstema herêmî ya nû dikare bi du rêyan were kirin. Rêya yekem berdewamkirina Peymanên Îbrahîm e, nemaze derbarê Erebistana Siûdî û Misirê de ku bi Îsraîlê û çend welatên din ên herêmê re hevpeymaniyekê pêk bînin.
Li ser vê bingehê, dibe ku rêveberiya nû ya Trump veberhênanên mezin di avakirina wê hevpeymaniya nû de bike lê di rastiyê de pêdiviya vê yekê bi çareserkirina pirsgirêka Filistînê heye. Erebistana Siûdî û Misirê veneşartiye ku heta çareseriya du dewletan ji bo pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê neyê kirin, ew nikarin têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî bikin.
Divê em ji bîr nekin jî ku li ser asta girseyên welatên Erebî ti palpiştiyek ji bo normalkirina têkiliyên bi Îsraîlê re nîne. Ango ev normalîzekirin bi giranî girêdayî elîtên desthilatdar e.
Rêya duyem a çêkirina sîstema herêmî ya nû, wer dixuye bi rêya çêkirina dewlet an qewareyeke siyasî ji bo Kurdan be, bi taybetî ku vêga ew derfet ji bo Kurdên Sûriye û Îraqê heye. Xuya ye ku Îsraîl û rêveberiya nû ya Trump jî wer difikirin ku ev rêya tikîtenê ya qelskirina neyarên Îsraîl û Amerîkayê li herêmê ye, ango Îran, Îraq û Sûriyê ku dawiya dawî dê bibe karteke xurt li dijî siyasetên otorîter ên Tirkiyeyê jî.
Hebûna qewareyekê ji bo Kurdan faktoreke bihêz e ji bo hevsengkirina hêza herêmî li deverê (Regional balance of power). Ev raman, ger ne bi bername be jî di dema kampanyayên Trump de, di çend rewşan de hat dîtin. Trump di dema kampanyaya hilbijartinan de li eyaleta New Jerseyê got, "Ger tu li qada Îsraîlê meyzînî, pir biçûk e. Gelo rêyek ji bo berfirehkirina wê heye?"
Li ser heman awaz û dîtinê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê çend rojan piştî serkeftina Donald Trump got, "Divê em hevpeymaniyeke xurt li gel Erebistana Siûdî û çend welatên din ên derdorê çêbikin, bi heman awayî li gel hindikahiyên din ên wekî Kurd û Durziyan ku ji bo me gelekî girîng in û têkiliyên me yên baş bi wan re hene."
Helbet ev her du mînakên ku min behsa wan kir ne bê bingeh û devkî xuya dikin lê raman û nêrîneke siyasî li pişt wan heye. Ew jî ew e ku Îsraîl piştî hatina Trump wekî derfetekê dibîne, nemaze ku piraniya kesayetên di rêveberiyê de dostên Îsraîlê û dijminên Eniya Berxwedanê ne, li ser wan her du xalan kar bikin, ango çêkirina hevpeymaniyekê li gel Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdin, Misir û çend welatên din, li gel guhertina nexşeya çend welatên Eniya Berxwedanê xasma li Îraq û Sûriyeyê ku du ketwarên siyasî yên nîvserbixwe li wan hene. Ev ji bilî ku serkeftina vê ramanê wer dike ku Tirkiye û Îran jî hest bi metirsiyê ji Îsraîlê bikin.
Ev pêvajoya vekirina aştiyê ku careke din li Tirkiyeyê derketiye holê û tê gengeşekirin û çend caran ji aliyê Erdogan û Devlet Bahçelî ve hatiye behskirin, dikare rasterast bi wê mijarê ve girêdayî be. Gava Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê jî dibêje: Îsraîl bi niyet e êrişî Tirkiyeyê bike, dîsa îşareteke di vê çarçoveyê de ye.
