Her çend heta niha helwesta Muqteda Sedr (Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîe) wisa ye ku hilbijartina Parlamentoya Îraqê boykot dike ku biryar e di meha berî dawî ya îsal de were encamdan. Lê guhertina ji nişka ve ya biryar û helwesta Sedr, ne cihê şaşmayînê ye. Ji ber vê yekê hîn wekî egereke vekirî, dûr nayê zanîn ku di hûrdemekê de biryara beşdariya di hilbijartinan de bide.
Tê gotin ku ew ji rewşa piştî hilbijartina dawiya sala 2021ê dilgiran e, ku wekî serkeftiyê yekem bi rêjeyeke zêde li pêş hevrikên xwe bû, bi tena xwe ji hemû blokên Şîî bêhtir kursî bi dest xistin. Herweha karîbû hevpeymaniyeke siyasî ligel bloka piraniya Kurd û Sunniyan pêk bîne lê di bin guvaşeke zêde de rê nedan ku ew hikûmetê bigire dest xwe.
Hîn jî nayê zanîn wek çawa rê nedan ku desthilatê bigire dest xwe, gelo rê nedan bibe beşek ji hikumraniyê jî yan ew yek rast bû ku digot ne amade ye hevparî gendelkaran bibe û meydan ji wan kesan re berda ku bi baweriya wî Îraqê didoşin. Wî ne tenê hikûmet diyarî aliyên têkçûyî yên hilbijartinê kir, bi ser de jî kursiyên parlamentoyê jî ji bo wan berdan. Di demekê de ku dikarîbû wekî blokeke parlamenterî ya xurt bimîne û ji parlamentoyê ji bo wê yekê bixebite ku nehêle wek wî bi xwe digot (Îraq were dotin).
Ez nizanim gef û fişar di çi astê de bûn, lê baweriya min wisa ye ku vekişîn û dûrketina wî heta demekê ji siyasetê jî, sedema wê ne ew bû ku di ragihandin û peyama tevgera wî de weşiya, zelal bû ku di bin zextê de wisa kir, çimkî berî ku guvaş li ser Sedr were kirin, gef û fişareke zêde li ser Hewlêr û Sunniyan hat kirin ji bo vekişîna ji hevpeymaniya sêalî ku bi Sedr re pêk anîbûn, Hewlêr û Enbar destê xwe ji Sedr bernedan, lê dema ku fişar li ser Sedr hat kirin, Sedr ew bi tenê hêlan û dev ji wan berda.
Ji bo hêzeke siyasî ku ji destpêka qonaxa nû ya Îraqa piştî ketina Sedam, beşdariyeke çalak di pêvajoya siyasî de kiribe û tewra hêza xwe ya çekdarî ya taybet jî hebe (berê Artêşa Mehdî û niha jî Seraya Selam), beşdarî hilbijartinên parlamentoyê û encûmenên parêzgehan bûbe, di kabîneyên hikûmetê de postên wezîr û tewra cîgirê serokwezîr jî wergirtibe, ne lojîk e ku di şev û rojekê de helwesta wê bi vî rengî biguhere, hevpariya ligel hêz û bizavên siyasî yên ku heta wê çaxê hevparên wê bûn, wek tawen bibîne û ji bo neçar nebûna hevpariya wan hêzan, dûr bikeve û pişta xwe bide siyasetê jî. Nakeve aqilê ti kesekî xwedî hiş û haydar ku bêyî ti gef û fişarekê Sedr meydan ji dijminên xwe yên serhişk re berdabe.
Çavkaniya fişar û gefên li ser Sedr zelal bû ku ew aliyê derveyî bû ku piştgiriya aliyên din ên şîî dikir, ango Îran bû. Ji bo wê demê derketina ji biryara Îranê yan jî neçûna bin hegemonyaya Îranê, baceke dijwar li ser hebû. Bi taybetî di nav hêzên şîî de.
Muqteda Sedr ji hêla nêrîna mezhebî û siyasî ve jî ji aliyê Îranê ve nedihat pejirandin. Hevrikiyeke kûr û veşartî di navbera lêvegera Qum û Necefê de heye, herweha ji hêla siyasî ve jî ji aliyê Îraniyan ve bi wî çavî li Sedr tê nihêrtin ku şîeyekî Îraqî û Ereb e, kûrahiya fikir û girêdana wî ji Îranê bêhtir bi welatên erebî ve ye.
Bêguman ji bo rewş û serdemeke ku Îraq li ser sêniyeke zêr pêşkêşî Îranê hatibe kirin û bi sedema kontrola Îraqê wek herikîna ava çemekî hegemonyaya wê ber bi kûrahiya welatên erebî ve bixuşe, çawa rê dide kelemek li Bexdayê li pêşiya wê qît bibe û "keda" wê bi avê de berde. Eger heta wê astê paşguhxistina Sedr jî ne çaverêkirî bûbe, lê çaverêkirî bû ku Îran rê nade desthilata Îraqê ji destê Şîeyên dûvelankên Îranê were derxistin.
