Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û pêkanîna wê beşa projeya Peymana Sykes-Picotê ku ku ji bo dabeşkirina erdnîgariya di bin desthilata Împeratoriya Osmanî de biryar li ser hatibû dayîn, pirsgirêka Kurd û Filistîniyan bi du naverokên cuda bûn xeyseta herî diyar a 100 salên borî yên Rojhilata Navîn.
Brîtanya û hevpeymanên wê, beriya destpêkirina şer û her wiha di dema Şerê Cîhanê de, soz dan wan gel û neteweyên bindestê Osmaniyan ku piştî şer û serketina hevpeymanan, dê ji her gel û neteweyekê re li ser axa wê dewletek were damezirandin.
Di nav wê erdnîgariya dorfireh a ku di bin desthilata Osmaniyan de bû, soza xwe ji bo hemûyan bi cih anîn û rasterast piştî şer dewlet ji wan re hatin avakirin, ji bilî Kurd û Cihûyan.
Berê di Peymana Sêvrê de soza dewletê dabûn Kurdan û di Soza Balfourê de jî peyman dabûn Cihûyan ku li Filistînê dewletekê ji wan re ava bikin.
Tiştê ku ez li vir dixwazim li ser biaxivim û min ew bi pirsgirêka Kurd ve girê daye, têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo serxwebûnê ye. Di demekê de ku Erebên Filistînê tekane herêma Erebnişîn a di bin desthilata Osmaniyan de bûn ku ji aliyê Brîtanî û hevpeymanên wan ve ti soz ji bo avakirina dewleteke Ereban bi wan nehatibû dayîn, berevajî vê, soz bi Cihûyan hatibû dayîn ku li ser wê axa Filistînê dewletek ji bo Cihûyan were avakirin.
Lê ji ber ku di wê demê de hejmara Cihûyan li Filistînê gelekî kêm bû, loma ragihandin û naskirina dewleta wan ji bo demekê hat paşxistin heta ku rêxistina Siyonîzmê karibe hejmareke pêwîst a Cihûyan veguhêze wê erdnîgariyê. Wisa piştî 20 salan, sala 1948an, li ser axa soza lê hatibû dayîn karîn dewleta xwe rabigihînin.
Erebên Filistînê yekane pêkhateya nav erdnîgariya dabeşkirî ya Osmaniyan bûn ku li vê dabeşkirina Brîtanyayê mikur nehatin û rijd bûn ku divê dewleta Filistînê were damezrandin. Li dijî ragihandina dewleta Îsraîlê dest bi xebata çekdarî kirin û nêzîkî sê çaryek sedsal e di vê rêyê de xwînê dirijînin.
Her wiha, ji ber piştevaniya cîhana Erebî û welatên Îslamî ji bo tevgerên çekdarî yên Filistînî, 20 salan piştî damezirandina dewleta Îsraîlê, Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî sala 1967an biryar da ku rêya çareseriyê ji bo pirsgirêka Ereb-Îsraîlê, ji bo misogerkirina aştiyeke herdemî û dadmend di navbera Îsraîl û Filistîniyan de çareseriya du-dewletî ye: Dewletek ji bo Cihûyan û dewletek jî ji bo Ereban.
Her çend her yek ji wan bi sedemên cuda heta niha ew çareserî qebûl nekiribe jî Erebên Filistînê ji ber ku dewleta Îsraîlê nas nakin, çareseriya du-dewletî red dikin. Îsraîl jî avakirina dewleta Filistînê li ser erdnîgarî, ewlehî û aramiya xwe wekî gefekê dibîne.
Lê şerê du salan ê Xezeyê cîhan ber bi wî alî ve kişand ku Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di civîna Îlona 2025an a Neteweyên Yekbûyî de bi piraniya 142 dengên "erê" dewleta Filistînê nas bike û ji bo bicihanîna vê nexşerêyê zextê li her du aliyan bike.
Ji ber ku Îsraîl û Amerîka bi tundî vê danezanê red dikin, hîn jî ne diyar e bê ma arasteya bûyeran dê ber bi kû ve here û gelo birêvebiriya Filistîniyan dê wekî dewleteke naskirî li ser pêyan raweste yan jî dê mirî ji dayîk bibe?
Lê xala giring li vir ew e ku gelê Filistînê karîbû cîhanê bigihîne wê baweriyê ku di civîna Neteweyên Yekbûyî de dewleta Filistînê were naskirin.
Bi taybetî jî her yek ji Fransa û Brîtanyayê, wekî danerên nexşeya Sykes Picotê, vêga li pişt van hewldanan bûn, di demekê de ku wan bi xwe di dabeşkirina herêmê de piştî Şerê Cîhanê ti gotin û soz nedabûn Filistîniyan ku dewletê ji wan re ava bikin.
Her wiha ew di rêza wan dewletan de tên hejmartin ku di dirêjahiya 7 dehsalên borî yên temenê vê dewletê de hevpeyman û piştevanên Îsraîlê bûn.
Ev bûyer ji bo Kurdan ji gelek aliyan ve giring e, xasma ku Brîtanya û Fransa wekî cureyek parêzvan û xwediyên mana nexşeya herêmê dihatin dîtin, niha ew li pişt vê guhertinê ne.
