Meed Feyaz*
Yê ku doh li Bexdayê temaşe kiribe wisa hatiye ber çavên wî ku konferansa niştimanî ya aliyên Îraqî heye. Hemûyan bi hev re qise dikir, hemûyan behsa paşeroja xwe dikir ne ku pêşerojê (rabirdû). Ew kesê ku ev dîmen li Bexdayê ava kir kesek e ku ji Herêma Kurdistana Îraqê hatiye, ew jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.
Yek ji wan erkên sereke yên li ser milê her siyasetmedarî, çi Îraqî be, çi Ereb be yan Rojavayî be, fikrîna li ser paşerojê û karkirina ji bo avakirina wê paşerojê ye. Siyasetmedarê Kurdistanî û Îraqî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, yek ji wan serkirdeyên herî diyar e ku wekî hêviyeke ji bo derbasbûna ber bi aliyê din û gavavêtina ber bi sibehan û derbasbûna ji krîzan li ser paşerojê difikire. Ev paşeroj jî Îraqeke avabûyî û xalî ji kom û xelekên derveyî îrade û îdareya hikûmetê ye çimkî ev yek aloziyê ji bo Îraq û herêmê ava dike û rê li ber derketina rêxistinên terorê xweş dike.
Îraqa federal, Îraqek e ku hemû pêkhateyên neteweyî, dînî û mezhebî li xwe digire û girîngiyê dide wan ku bi awayekî bibandor beşdarî birêvebirina Îraqê bibin. Ev jî her ew rastî ye ku serkeftina siyaseta Nêçîrvan Barzanî di maweyê salên borî de peyîtandiye. Her wiha hevdîtin û gotûbêjên wî yên niha yên li Bexdayê ku ji doh ve dest pê kiriye û di wan civînan de li gel serkirde û nûnerên hemû pêkhateyên Şîe, Sunî û Mesîhî tekezî li ser wê kiriye cureyên pêkhateyan dewlemendî û temamkarî ne, ne ku kêmasî û gef.
Hêza Îraqê di parastina vê mozaîka pêkhateyan de ye; ji netewe, ziman, dîn û mezhebên cuda ku herî kêm li ser asta gelêrî dijberî hev nebin. Pêwîst bû siyasetmedar û em hemû sûdê ji tecrubeya Erebî ya dewleta Îmaratê wergirin wekî dewleteke serkeftî tê dîtin. Her wiha ji tecrubeyên cîhanî yên wekî Swîsre, Almanya û Belçîkayê ku xelk li kolanên wan bi çend zimanên cuda diaxive lê belê li ser berjewendiya niştimanî rijd in.
