Sibeha roja pêncşemê 7ê Gulana 2026an e, ez li Dadgeha Resafeyê ya li Bexdayê me. Min zilamek dît ku ne wekî berê bû. Ew ne ew zilamê bejndirêj, zexm û bi por ê metirsîdar bû. Tirsa darizandinê û wan çîrokên ku di nav hêrsê de dihatin gotin ew lawaz û çilmisî kiribû. Ew di korîdora teng re birin jûra libendemayînê ku darizandin dest pê bike.
7ê Gulana 2026an li Dadgeha Temyîzê ya Resafeyê ya li Bexdayê rûniştineke dîrokî hat kirin. Qurbaniyên êrişên Enfalê û celadekî wan. Birîn û kêr. Qamçî û xetên êşê. Rojan lîstik berovajî kiribû. Rizgar Şemzîn Elî ji min re got, “Xwezî dadger destûr dabûya ku ez li nav dadgehê kiryareke Ecac ducare bikim, çokên xwe deynim ser milên wî û jê bipirsim: Te çima ew keç birin jûra xwe û te destdirêjî li wan kir?”
Derbasbûna Ecac Ehmed Herdan Tikritî wekî reşandina xwê ya li ser birînan bû. Vê yekê di nav şahid û gilîdarên Enfalê de aloziyek çêkir. Parêzerên Kurd hewl dida wan aram bikin û digot, “Hûn dê hemû wî bibînin, ew dê li ber we raweste.” Ev yek tam 40 xulek berî destpêkirina rûniştina dadgehê bû. Ji ber biçûkbûna holê û zêdebûna gilîdaran darizandin saet 10an dest pê kir.
Ecac bi şermezarî û zîletbariyê li şahidan nihêrî. Soran Ebdullahê ku birîna serê xwe anîbû Bexdayê da ku nîşanî dadger bide got, “Wî xwe kiriye wekî mirovên bêçare, ew dê hinekî din ava tal a kiryarên xwe yên hovane vexwe.”
Dîtina Ecac a ji bo çend çirkeyan bû sedema qerebalixiyeke zêde. Her kesî ji vê zîletbariya Ecac ji bo çîroka xwe teseliyek peyda dikir. Rizgar Şemzîn got, “Lîstik berovajî bûye, 8 mehên temam min li Nugreselmanê xwe ji Ecac vedişart, niha Ecac xwe ji min vedişêre!”
Salon biçûk e. Dadgerek, hejmarek lêkolînerên dadî, sê parêzerên Kurd û parêzereke jin a ku tu xalên bihêz ji bo parastina Ecac di destê wê de nînin bi kincên parêzeriyê rawestiyane. Li navenda holê qefesek ji bo tohmetbar hatiye danîn û Ecac bi kincên zer tê de rawestiyaye. Şahid û gilîdarên Enfalê ji Xurmatû, Çemçemal, Helebce, Qeredax, Deşta Koyeyê û Balîsanê hatine. Her yek ji wan girtiyê êşa çîrokekê ye û zilamê di nav qefesê de jî girtiyê hemû çîrokan e. Di nav de bi hezaran çîrokên ku şansê wan tune bû bigihin Bexdayê.
Rûniştina dadgehê bi bangkirina Fezîle Mihemed Mehmûdê dest pê kir lê Fezîle piştî ku sond xwar nexwest biaxive û got, “Birêz dadger, ez dixwazim di rewşeke bi temamî nihênî de li hemberî tohmetbar biaxivim çimkî ez dixwazim navên di nav çîroka min de bên parastin.”
Dadger bangî Rizgar Şemzîn Elî kir. Rizgar jiyaneke pir zehmet li Nugreselmanê derbas kiribû. Wî li hemberî Ecac ji dadger re got, “Me ji destê vî zilamî gelek rezalet dît lê destdirêjiyên cinsî yên vî zilamî ez bêhtir xemgîn kirim.” Dadger çend caran pirsî, “Te bi çavên xwe destdirêjî dît?” Rizgar dîtin wiha qal kir: “Birêz dadger, çend keçên ku diyar bû nû anîbûn Nugreselmanê bi awayekî gilover rûniştibûn, pir rind û şermok bûn û serên wan xwar bû. Çend polîsên ku Ecac şandibûn hatin da ku yên rind hilbijêrin. Polîs çûn û paşê bi Ecac re vegeriyan. Ecac çokên xwe danî ser milê yekê ji wan û paşê du keç bi xwe re birin.”
Dadger: Min got te bi xwe dît?
Rizgar: Belê min bi xwe dît.
Wê gavê Ecac li Rizgar nihêrî û paşê serê xwe ber bi aliyê çepê ve zivirand.
Dadger: Wî li hemberî we wekî din çi kir?
Rizgar: Li wir peydakirina ava vexwarinê pir zehmet bû. Vî zilamî aveke wekî jehrê tal dida me û dixwest me bi tîbûnê bikuje.
Ez ji sala 2006an ve derdeseriyên van qurbaniyên Enfalê dinivîsim. Ecacê di nav çîrokan de ji dûriya bi sedan kîlometreyan ji bo min jî bûbû kabûsek. Eger dadger destûra pirsekê bida min min dê jê bipirsiya: “Bi rastî te çawa wext dît ku tu ew qas zilm û zordariyê bikî?”
Saet 07:30î sibeh e Reze Hesen Marifê kalê ku ji gundê Celemordê hatibû Bexdayê di hewşa dadgehê de ji min re got: “Piraniya hevalên min ên ku ji Nugreselmanê vegeriyan mirazê dîtina Ecac birin bin axê lê ez diçim wî bibînim û heq û hesaba xwe pê re bikim.”
“Vî zilamî çi li te kir?” Mam Reze bersiva dadger da û bîranînên wî zindî bûn: “Bi pêlavên xwe serê min dixist nav ava qirêj da ku ez vexwim.”
Wî dîtin zelaltir kir û got, em tî bûn û av tune bû. Ji jûra Ecac ava qirêj a sabûnê û firaqşûştinê dihat derve, wî jî bi pêlavên xwe serê me dixist nav wê ava qirêj da ku em vexwin.
Dadger: Çima wî wiha li we dikir?
Mam Reze: Ji ber ku em Kurd bûn.
Wî yek bi yek navên zarokên xwe yên ku li Nugreselmanê bûn û yên ku mirin ji dadger re gotin. Dadger jê pirsî, we miriyên xwe çawa vedişartin?
Li wir bêrek hebû, me hinekî erd dikola û me ew dixistin bin axê, piştî me kûçikan ew dixwarin.
Heta ku dadger kesên din bang bike Ecac bêhtir tengav û melûl dibe. Ew li aliyê xwe yê çepê li parêzera xwe Şehd Mihemedê dinêre ku diyar e perçiqên agirê çîrokan kaxezên parastina wê jî şewitandine. Şehd Mihemed nikare parastina Ecac bike.
Şehd Mihemed li derveyî dadgehê bi min re axivî. Min jê pirsî te çawa parastina zilamekî ku birêvebirê girtîgeha herî bi navûdeng a dîroka Îraqê ye qebûl kir? Wê bi nermî bersiv da: “Malbata Ecac ji min xwest.”
Malbata Ecac hêviya wan bi te hebû?
Na, wan wisa bawer dikir ku zehmet e ew ji vê dosyeyê rizgar bibe lê Ecac bi xwe ji min re got ku wî di bin şkenceyê de gotiye wî xelk birçî kiriye û ev yek bi rapora bijîşkî hatiye piştrastkirin.
Ji kerema xwe Şehd Mihemed ji min re bêje, berî darizandinê Ecac çi ji te re got?
Got pileya min a leşkerî mulayîm bû ne raîd û gelekî zêde behsa desthilata min hatiye kirin û navê min hatiye reşkirin.
Şehd Mihemedê bi hêvî got, dibe ku gotinên hinek şahidan pûç bibin çimkî ew dibêjin "Heccaj" lê navê wî Ecac e. Hevkarê min Elî Caf jê re rave kir ku li hinek herêmên Kurdistanê tîpa (E) wekî (H) tê bilêvkirin.
