Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê Kurd Çekdar Orhanê ku bi tîma Amedsporê re kupayên Lîga Duyem û Lîga Yekem a Tirkiyeyê bilind kiribûn ji tîmê veqetiya.
Amedsporê bi peyameke Kurdî û Tirkî spasiya Çekdar Orhan kir.
Çekdar Orhan li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, ew yek ji lîstikvanên ji malê yên Amedsporê bû ku di dilê alîgiran de xwedî cihekî taybet bû.
Çekdar Orhan sezona 2022-2023yan wekî lîstikvanê bi deyn çûbû Amedsporê û paşê bi temamî tevlî tîma kesk û sor bûbû.
Orhan di wê kadroya şampiyon a Amedsporê de bû ku sezona 2023-2024an ji Lîga Duyem derket Lîga Yekem.
Her wiha sezona 2025-2026an jî dema ku tîm derket Lîga Super dîsa di kadroyê de bû.
Bi vî awayî ew bû yek ji wan lîstikvanên ku di her du serkeftinan de jî amade bûn.
Ev lîstikvanê 28 salî sezona borî di 21 maçên fermî de bi formaya Amedsporê lîst.
Aloziya di navbera wî û birêvebiriyê de
Destpêka sezonê mijara çûyîna Çekdar Orhan ketibû rojevê.
Ew ji bo kampa amadehî ya sezona nû ya li Erziromê nehatibû vexwendin.
Çekdar Orhan 13ê Tîrmehê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe ya li hemberî pêvajoya veqetînê diyar kir.
Çekdar Orhan rexne li birêvebiriya tîmê girtin û îdia kir ku ew hatiye tecrîdkirin û rûbirûyî "mobbingê" (zexta derûnî ya li ser kar) maye.
Li aliyê din, Serokê Amedsporê Nahît Eren 13ê Tebaxê ragihandibû ku Çekdar Orhan di planên sezona nû ya tîmê de nîne û dan û standin ji bo veqetînê berdewam dikin.
Piştî çend hevdîtin û dan û standinan doh veqetîna Çekdar Orhan a ji Amedsporê bi awayekî fermî zelal bû.
Peyama Amedsporê: Rêya te vekirî be Çekdar
Amedsporê li ser xatirxwestina ji lîstikvanê Colemêrgî wiha got:
"Çekdar Orhanê ku demeke dirêj formayên Amedsporê li xwe kirin, di qonaxên girîng ên tîma me de rol lîst.
Bi hewl û têkoşîna xwe ya li stadyumê û dilsoziya xwe ya ji bo tîma me bû alîkar.
Em spasiya Çekdar dikin ji bo wê ked û xebata ku pêşkêşî Amedsporê kiriye û di jiyana wî ya werzişî ya paşerojê de serkeftinê jê re dixwazin."
Çekdar Orhan kî ye?
Çekdar Orhan sala 1998an li Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Lîstikvanê navînê ye û di temenê xwe yê biçûk de di binesaziya tîmên Borussia Monchengladbacha Almanyayê û Galatasarayê de lîstiye.
Pişt re di çend tîmên Tirkiyeyê de lîst û sezona 2022-2023yan wekî lîstikvanê bi deyn çû Amedsporê.




