Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Federasyonên Serbixwe yên Futbolê (CONIFA) tîma neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî nas kir.
Tîma Rojavayê Kurdistanê dê bi vê yekê re karibe di şampiyoniyên pêşiya me de beşdarî pêşbirkan bibe.
Federasyonê di daxuyaniyeke fermî de qebûlkirina tîma Rojavayê Kurdistanê wekî endama nû ya CONIFAyê ragihand û got:
"CONIFA şanaziyê bi pêşkêşkirina yekî ji endamên xwe yên herî nû dike.
Em ji Hevgirtina Goga Pê ya Rojava (Rojava FA) re dibêjin tu bi xêr hatî nav malbata xwe ya cîhanî ya werziş û dostaniyê."
“Ev cara yekem e”
Berpirsê Ragihandinê yê Hevgirtina Goga Pê ya Rojava Cûdî Efrîn ji Rûdawê re ragihand:
"Ev cara yekem e di dîroka futbolê ya Rojavayê Kurdistanê de ku tîmek beşdarî şampiyoniyeke cîhanî dibe.
Hemû lîstikvanên me xelkê Rojavayê Kurdistanê ne ku li Diyasporayê dijîn û em dixwazin bi rêya beşdarbûna CONIFAyê asta bilind a futbolê ya Rojavayê Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê bidin.
Di dema pêş de dê civîneke me ya fermî bi CONIFAyê re hebe da ku dê bi tevahî şêwaza beşdarbûna tîma Rojavayê Kurdistanê zelal bibe."
Cûdî Efrîn li ser vexwendina lîstikvanên ji nav Rojavayê Kurdistanê jî wiha axivî:
"Li gorî rewşa paşerojê ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, em dê li ser vexwendina lîstikvanan ji bajarên Rojavayê Kurdistanê jî kar bikin.

