Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê Şampiyoniya Kickboksê ya Tirkiyeyê û hilbijartinên tîma neteweyî dest pê kir.
6 hezar werzişvanên ji 75 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî şampiyoniyê dibin.
Federasyona Kickboksê ya Tirkiyeyê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê organîzasyoneke mezin a werzişê saz kir.
Şampiyonî û hilbijartinên kadroya tîma neteweyî ya Tirkiyeyê li Salona Werzişê ya Seyrantepeyê bi merasîmekê dest pê kir.
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu di merasîmê de axivî û ragihand ku ji 75 parêzgehên cuda derdora 6 hezar û 200 werzişvan, hezar û 500 rahêner û malbatên wan li Amedê ne.
Zorluoglu destnîşan kir ku ev qerebalixî û beşdarî ji bo aborî û danasîna bajêr derfeteke mezin e.
Parêzgarê Amedê di axaftina xwe de girêdanek di navbera werziş û pêşhatên siyasî yên dawî de çêkir û got:
“Werziş hezkirin, rêz û aştiyê tîne bîra mirov û zemînekî wiha ava dike.
Wekî hûn dizanin, welatê me di vê serdemê de polîtîkayeke pir girîng a wekî Pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror dimeşîne.
Em dibînin ku werziş piştgiriya herî xurt dide vê projeya mezin.
Bi van şampiyoniyan em ciwanên xwe yên ji bajarên cuda tînin cem hev û wan bi hev re dikin yek.”
Şampiyoniya herî mezin

