Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê îşev li stadyum û di nav alîgirên xwe de dilîze.
Amedspor dixwaze encamên xwe yên baş bidomîne ku hevrikiya xwe ya ji bo gihîştina Super Lîgê xurt bike.
Di çarçoveya hefteya 33yan a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de, îşev saet 19:00an Amedspor li mala xwe bi hemberî Bolusporê re dilîze. Tîma Amedê ji bo serkeftineke nû amade ye.
Amedspor niha di rêza duyem a lîsteyê de cih digire.
Tîma kesk û sor di 11 maçên dawî de ti carî zora wê neçûye.
Tîmê amadehiyeke baş kiriye û çavê wê li 3 puanên vê maçê ye ku di rêya şampiyoniyê û derketina Super Lîgê de gavan biavêje.
Ji bo maça îşev hemû lîstikvanên Amedsporê amade ne.
Tenê gumana li ser lîstikvan Azîz Alî Kaldirim heye ku ji ber birîndariya xwe dibe ku di vê maçê de cih negire.
Amedspor di maça ewil a vê sezonê de bi 1-0 li hemberî Bolusporê têk çûbû.
Tîm dixwaze vê carê wê têkçûnê tazmîn bike, alîgirên xwe kêfxweş bike û encamên xwe yên baş bidomîne.
Statîstîk û golkarê tîmê
Niha Amedspor bi 67 puanan di rêza duyem de ye.
Tîmê di vê sezonê de 20 maç birine, 7 caran wekî hev maye û di 5 maçan de jî têk çûye.

