Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Batman Petrolsporê, di Lîga Duyem a Koma Spî de li deplasmanê bi encama 3-2 zora Sîncan Belediye Ankarasporê bir.
Bi vê serkeftinê re Batman Petrolsporê 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê şampiyoniya xwe ragihand.
Di maça ku li stadyuma Sîncanê hat lîstin de, Batman Petrolsporê wekî bahozê dest bi lîstikê kir.
Lîstikvanê tîmê Kerim Frei hîn di xuleka 7an de bi goleke ji derveyî qada cezayê tîma xwe 1-0 xist pêş.
Lê belê tîma Sîncanê di xuleka 41ê de bi gola Şahîn Fistikçi bersiv da û nîvê yekem bi wekheviya 1-1 bi dawî bû.
Vegereke dîrokî ya tîma Batman Petrolsporê
Di nîvê duyem de tîma Sîncanê di xuleka 69an de bi gola Samet Gunduz 2-1 ket pêş.
Lê belê Batman Petrolsporê di rêya şampiyoniyê de gav bi paş ve neavêt.
Lîstikvanên ku pişt re ketin nav maçê çarenivîsa lîstikê guherand.

