Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor yek ji maçên herî girîng ên vê sezonê dilîze û bi serketina di vê maçê de, ew dê gaveke gelekî mezin ber bi Lîga Super ve biavêje.
Di heftaya 34an a Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de, Amedspor îşev saet 20:00î li Stenbolê dibe mêhvanê Eroksporê û her du tîm ji bo bidestxistina rêza duyemîn hevrikiyê dikin.
Amedspor di formeke gelekî baş de ye. Di 12 maçên xwe yên dawî de ti carî têk neçûye, di 5 maçên dawî de bi ser ketiye û tenê golek xwariye.
Ev maç ji bo Amedsporê gelekî girîng e û bi milyonan alîgirên wê yên li Kurdistan û cîhanê li benda encama vê maçê ne.
Niha di navbera Amedspor û Eroksporê de 4 puan ferq heye.
Bi serketina di vê maçê de, ferq dê bibe 7 puan.
Bi vê yekê re, tîma Bakurê Kurdistanê dê gaveke mezin ber bi Lîga Super a Tirkiyeyê ve biavêje ku lîga herî bilind a futbolê ya Tirkiyeyê ye.
Di maça ewil de ku li stadyuma Amedê hatibû lîstin, Amedspor bi encama 2-1 li hemberî Eroksporê bi ser ketibû.
Armanca wê ew e ku îşev jî li deplasmanê heman encamê bi dest bixe.

