Hewlêr (Rûdaw) - Paşeroja Mauro Icardi ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye mijara sereke ya nîqaşan.
Girêbesta lîstikvanê Arjantînî ya bi Galatasarayê re 30ê Hezîranê bi dawî dibe û heta niha li ser nûkirinê li hev nekiriye.
Li gorî malpera TycSportsê di nav vê rewşê de, Amedsporê daxwazeke surprîz nîşan daye û navê Icardi ketiye lîsteya transferan.
Amedspora ku nû derket Lîga Super dixwaze ji bo sezona 2026-27an Mauro Icardi bike stêrka xwe.
Amedspor dixwaze bi navekî navneteweyî dest bi lîga herî bilind bike û bi vî awayî hem di warê werzişî û hem jî di warê medyayî de hêza xwe zêde bike.
Meseleya meaş û girêbestê
Mijara girêbesta lîstikvanê berê yê Paris Saint-Germainê xala sereke ye. Dan û standinên bi Galatasarayê re ji ber nakokiyên darayî sar bûne.
Galatasarayê ji bo nûkirina girêbestê daxwaz kiriye ku meaşê Icardi ji sedî 50 were kêmkirin.

